‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’

Gelê bajarê Kobanê diyar kir ku ew li pişta hêzên QSD û YPJ`ê ne û ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û got “Ev ax, axa me ye û bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin.”

‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
‘Bi rihê berxwedana Kobanê em ê bi ser bikevin’
20 ÇILE, 2026   06:50
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê, rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18`ê Çileyê de banga seferberiya giştî kir. Li ser vê yekê şêniyên Kobanê bi şev de derdikevin kolanan û parastina bajarê xwe dikin. 

Têkildarî vê mijarê şêniyên bajarê Kobanê nêrînên xwe ji ANHA`yê re anîn ziman.

Yazê Edhem diyar kir ku ew ji bo parastina bajarê xwe her şev derdikevin û parastina bajarê xwe dikin û wiha got: "Bi rihê berxwedana Kobanê, em ê bi rihê Arînan û Viyanan bi ser bikevin. Em li pişta hêzên xwe yên QSD û YPJ`ê ne û em nahêlin tiliyeke zarokekî me jî xwîn bibe. Dijmin çi qasî êriş bike jî em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Yazê bang li hemû gelê azadîxwaz kir ku parastina bajarê xwe bikin û li pişta hêzên QSD û YPJ`ê bin.

Evîn Berewad got: "Ev şerê ku tê kirin, komployên navneteweyî ne, dixwazin destkestiyên me tune bikin û gel qir bikin. Lê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe xurttir bikin û parastina welatê xwe bikin. Ji ber ku ev axa me ye, em ê jî bi hemû hêz vîna xwe êrişên dijmin têk bibin û axa xwe biparêzin."

`EV AX AXA ME YE`

Osman Berewad jî wiha got: "Em derketine parastina bajarê xwe û em ê nehêlin dijmin derbasî axa me bibe. Me axa xwe bi xwîna şehîdên xwe ava kiriye, ji ber vê yekê wê tu carî dijmin xeyal neke ku derbasî bajarê me bibe. Ev ax, axa me ye û em ê heta dawiyê parastina axa xwe bikin."

Berewad bang li hemû gelê welatparêz kir ku derkevin nobedariya parastinê û axa xwe ji dijminên xedar biparêzin.

Edûl Mehmûd jî destnîşan kir ku seferberiya ku hatiye îlankirin, li gorî wê ew ê ew parastina axa xwe bikin û wiha got: "Em li pişta QSD û YPJ`ê ne û em ê tu carî dest ji piştgiriya wan bernedin. Ji ber ku ew hêz û vîna me ne û em jî ji hêza xwe bawer in. Em ê bi vî rihî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêma me têk bibin û em ê bi ser bikevin."

ANHA