Mihemed Mûsa: Em Sûriyeyeke nenavendî ya yekgirtî dixwazin

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa diyar kir ku ew piştgiriyê didin avakirina Sûriyeyeke yekgirtî ya nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike.  Mihemed Mûsa destnîşan kir ku hikumeta veguhêz projeyên îdeolojîk ku rasterast ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, bi pêş dixe û armanc dikin ku îradeya Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê têk bibin.

Mihemed Mûsa: Em Sûriyeyeke nenavendî ya yekgirtî dixwazin
5 cotmeh, 2025   06:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Rejîma Baasê ya ku bêtirî 61 salan bi sîstemeke navendî hikum kir, siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê meşandin. Piştî rûxandina rejîmê hikumeta veguhêz jî hewl dide heman sîstemê pêk bîne.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê di aliyên aborî, siyasî, civakî de û li ser astên azadiya giştî û neteweyan bedelên pergala rejîma malbata Esed da.

Mihemed Mûsa destnîşan kir ku sîstema navendî li Sûriye û herêmê bi giştî têkçûna xwe ya pratîkî îspat kiriye û di pêkanîna hêviyên gel û neteweyan de bi ser neketiye û got: "Ev sîstem ne bi îradeya gelên herêmê, lê bi lihevkirina navneteweyî hatine damezrandin."

Mûsa diyar kir ku eger hikumeta veguhêz Sûriyeyê bi yek rengî, yek zimanî û yek çandê birêve bibe, ew ê nikaribe daxwazên tevahî pêkhateyan Sûriyeyê ku bi çand, netewe û olên xwe rengîn e, bi cih bîne, nemaze Kurdan ku yek ji du komên etnîkî yên herî mezin ên Sûriyeyê ye.

Mûsa bi domdarî got: “Wek Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê, em dibêjin ku dewleta navendî êdî nikare Sûriyeyê bi hemû cihêrengiya xwe birêve bibe. Berevajî vê, divê sîstemeke siyasî ya federal û nenavendî hebe. Em aşkere dibêjin ku hikumeta heyî ya bi serokatiya Heyet Tehrîr El Şam dê demokratîk nebe û dê pirrengiyê qebûl neke. Berevajî vê, ew li ser bingehek mezhebî ya tundraw hatiye damezirandin."

Mihemed Mûsa bi bîr xist ku gel rejîma Beşar Esed hilweşand û Îran ji Sûriyeye ya li ser bingehek mezhebî ya Şîe û Elewiyan hatibû damezrandin, derxist û got: "Lê li şûna wê rejîmek Sunnî ya tundrew hate danîn. Heyet Tehrîr El Şam ne vebijarka herî baş e û dê nikaribe pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bike."

Mûsa aşkera kir ku rêveberên nû yên Sûriyeyê ji Kabulê di rêya Enqereyê re hatine Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Ev projeyeke mezhebî îslamî sunnî ye û ji aliyê Tirkiye ve tê piştgirîkirin. Tirkiye bi rêya wê dixwaze îradeya Kurdan û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên ku berdêlên zulm û zordestiyê dane, bişîne."

Mihemed Mûsa got: "Em di aliyê siyasî û leşkerî de xwedî îrade û rêxistinkirî ne. Em ê îradeya pêkhateyên li Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî biparêzin. Em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî, piralî û federal bixebitin."

Mihemed Mûsa di dawiya axafina xwe de got ew bi Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî re ne.

(bb)

ANHA