Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê

Di deh salên borî de li Qamişloyê tevgera avahîsaziyê zêde bûye. Ev berfirehbûna bajêr barê binesaziyê giran kiriye. Avahiyên nêzî hev û nebûna qadên vekirî jî dibe sedema kêmbûna qadên hêşîn.  

Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
Avahîsaziya bêserûber a Qamişloyê û xetereyên wê
5 cotmeh, 2025   06:15
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Bajar bi qadên xwe yên şînahî têne naskirin, ku nîşaneyên girîng ên kalîteya jiyanê û pêşkeftina domdar in. Li gorî standardên navneteweyî û Bernameya Niştecîhbûnên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî divê rêjeya qadên şînahiyê li her bajarekî Sedî 15 be. Li gorî standardên Ewropayê jî, divê Sedî 20 heta 40 be.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahî saziya bajarn berferh dibe, lê beramberî wî qadên şînahiyê kêm dibin. Li gorî Komeleya Keziyên Kesk, rêjeya şînahiyê li bajarên herêmê Sedî 1.5 derbas nake. Li gorî Rêveberiya Daristanan a Desteya Çandiniyê, li Kantona Cizîrê ev rêje ji sedî 0.17 ku li herêmê tenê 4 milyon darên daristan û fêkiyan ku li seranserê bajaran, deverên gundewarî û deverên xwezayî hene

Berfirehbûna bajaran xerckirina avê du qat zêde kiriye, û kapasîteya torên pompkirinê derbas kiriye. Piraniya taxên bajarê Qamişlo vê havînê rastî pirsirkkeke giran a krîzeke giran a avê hatin. Xerabûna tora kanalîzasyonê zêde bûne û ji bo zêdetirî 550 hezar wesayitan planên veqetandina cihên parkkirinê, tune ne.

Kes û saziyên ku karên avakirinê dikin, ji bo qezenca zêde, van avahiyan, ku bihayên wan pir zêde bûye, bêyî ku estetîka bajêr ber çavan bigirin û bêyî plansaziyeke baş, ava dikin. Lewma xuyanga bajêr a dîtbarî nexweşik dibe. Her wiha materyalên ku di avakirinê de têne bikar anîn, wekî çîmento û beton, ne dostê jîngehê ne û dibin sedema bilindbûna germahiyê.

Pispora Rêvebirina Enerjiya Avahîsaziyê û mamosteya Fakulteya Mîmariya Jîngehê ya Zanîngeha Rojava Fereh Yasîn destnîşan kir ku Qamişlo bi ‘plana textê satrancê’ hatiye avakirin û materyalên avahiyê yên wekî blokên çîmentoyê dibin sedema kombûna germahiyê di nava bajêr de.

Ji bo kêmkirina vê diyardeyê Fereh Yasîn pêşniyar dike ku plansaziya avahîsaziya girtî were pejirandin û di nava her bloka avahiyan de cihekî vekirî were hiştin.

Der barê çareseriyên awarte de, Fereh pêşniyar dike ji bo rûyê avahiyan cama tarî were bikaranîn da ku nehêle tîrêja rojê bikeve hundur, li ûna seramîkê ya ku germê dikişîne. Fereh her weha pêşniyar kir ku rûyê avahiyê ji bo çandiniyê were bikar anîn û were çandin da ku bandora germê kêm bike.

Nevîn Mûsa şêwirmendeke jîngehê li Komeleya Keziyên Kesk, rewşa berfirehbûna avahîsaziyê ya li Qamişlo wek "xirab" bi nav kir û got: "Tiştê ku diqewime berfirehbûneke avahîsaziyê ya hinekî bêserûber e, ku avahiyên bêserûber an bilind têne çêkirin. Li hin deverên çandiniyê nabe ku avahiyên ji 3 qatan bilindtir werin avakirin, lê em dibînin ku çar qat an jî zêdetir têne çêkirin, ku dê di salên pêş bibe sedema bandor û encamên neyînî.”

Nevînê destnîşan kir ku "Vê berfirehbûnê şînkayî kêm kiriye û dibe ku bibe sedema çolbûnê,"ji ber ku li bajêr cihên şînkayiyê û park pir kêm in. Bajarê Qamişlo hewceyî parkên bêtir e ku ew cihên bêhnvedana bajêr in.”

Nevînê bang li şaredariyê kir ku berî dayîna destûrên avakirinê lêkolînek berfireh bike, û hişyarî da ku berfirehbûna avahîsaziyê dê qirêjiyê zêde bike. Berê, li hewşên malan şîkaî hebû ev jî dibû sedema kêmbûna germahiyê, lê niha, em dibînin ku hin deverên bajêr, veguherîne blokên betonê.

Têkildarî sîstema destûrdayîna avakirinê de hevşaredarê Qamişloyê Mesûd Yûsif got: “Li şaredariyê sîstemeke taybet heye û qanûna avakirinê hejmara qatan diyar dike.”

Yûsif diyar kir ku li gorî şert û mercên qanûna avakirinê, hejmara qatan li bajêr ji 4 a 5an derbas nabe. Yûsif da zanîn ku şaredarî hewl dide çareseriyan ji bo pirsgirêkên kanalîzasyon, çavkaniyên avê û elektrîkê bibîne.

Der barê berfirehbûna bêserûber de, Yûsif bal kişand meclisa şaredariyê hatiye avakirin, ev meclis dê sîstema qanûna avakirinê biguherîne. Yûsif got: "Em dixwazin ji ramanên xwendekaran di hemû waran de sûd werbigirin û li ser jîngehê, torên av û elektrîkê û qadên şînahiyê lêkolînek bikin. "

Ji ber zêdebûna serjimariyê zexta li ser çavkaniyan, nebûna projeyên jîngehê, Qamişlo îro bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye. Berdewama bêserûberiya avahîsaziyê siberoja bajêr dixe xetereyê ku derferên jiyanê lê nemînin.

(k)

ANHA