Şêniyên Siwêdayê banga hesabpirsînê ji sûcdaran kirin

Şêniyên bajarê Siwêdayê xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandêran banga mafê diyarkirina çarenûsa xwe û hesabpirsînê ji sûcdaran kirin ku sûcên û binpêkirin li dijî şêniyên parêzgehê kirin.

Şêniyên Siwêdayê banga hesabpirsînê ji sûcdaran kirin
Şêniyên Siwêdayê banga hesabpirsînê ji sûcdaran kirin
Şêniyên Siwêdayê banga hesabpirsînê ji sûcdaran kirin
Şêniyên Siwêdayê banga hesabpirsînê ji sûcdaran kirin
4 cotmeh, 2025   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Siwêdayê li qada El Keramê ji bo teqezkirina yekbûna helwesta civakî xwepêşandanek lidar xistin. Xwepêşandêran daxwaza mafê diyarkirina çarenûsa xwe, rakirina dorpêça ser Siwêda û darzandina sûcdaran kirin ku destê wan di komkujiyên deverê de hene.

Xwepêşandêran pankartên bi dirûşmên "vegera kesên revandî û girtî", "derketina çeteyan ji gundên rojava" û "darizandina sûcdaran li ser asta navneteweyî" yên ku sûc û binpêkirin li dijî şêniyên herêmê kirine, bilind kirin.

Di xwepêşandanê de daxwaza avakirina komîteyeke navneteweyî ya bêalî ji bo lêkolînkirina rastiyan hate kirin da ku rastiya sûcên ku ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wan ve hatine kirin, eşkere bike.

Her wiha xwepêşandêran şandina zarokên xwe ji bo dibistanên ku ji aliyê hikûmeta veguhêz ve têne birêvebirin, red kirin.

Xwepêşandêran hemû qurbaniyên komkujiyên Tîrmeha borî bi bîr anîn, têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rûmetê piştrast kirin.

Şêniyê bi navê Newres daxwaza hewldanên lezgîn ji bo eşkerekirina rastiyan kir û bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên dijwar ên ku şêniyên parêzgehê ji ber dorpêça berdewam, dikişînin.

Welatiyê bi navê Nîzar Mesûd teqez kir ku xelkê Siwêdayê bi biryar in ku xwepêşandanên xwe bidomînin heta ku dorpêç bi dawî bibe, şert û mercên siyasî û jiyanî yên heyî werin guhertin, hemû mafên bingehîn, di nav de diyarkirina mafê çarenûsê, edalet û rûmetê, werin bidestxistin.

(ac/şx)

ANHA