Mihemed Ebadî: Kişandina Tehranê li nava şerekî fireh dûr e

Lêkolînerê kar û barên Îranê Mihemed Ebadî diyar kir ku piştî kuştin û êrişên li dijî rayedarên û şêwirmendên wê yên leşkerî, bi êrişên dawîn xwest moralê li hundirê welêt xurt bike. Her wiha got, Îran bi Îsraîlê û DYA`yê re nakeve şerekî berfireh lê dibe ku bûyerên din ên kuştinê û hedefgirtinê di navbera wan de zêde bibin.

Mihemed Ebadî: Kişandina Tehranê li nava şerekî fireh dûr e
25 ÇILE, 2024   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gel geşedanan, Îran hewl da di şerê navbera Îsraîl û Hemasê de nekeve şerekî rasterast bi Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re, lê belê bi rêya wekîlên xwe yên li Yemen, Lubnan û Iraqê xwest hêza xwe nîşan bide.

Di vê çarçoveyê de lêkolînerê kar û barên Îranê, Mihemed Ebadî got: "Piştî, êriş û bûyerên kuştinê yên li dijî generalên Pasdarên Îranê ji aliyê MOSAAD`ê ve û teqîna Karman li nêzî gora Qasim Silêmanî baweriya di hundirê Îranê de bi artêşê û Pasdarên Îranê hejand, ji ber wê Îran xwe Îranê bi êrişên dawîn moralê li hundirî welêt xurt bike."

Ebadî diyar kir ku Pasdarên Îranê ji ber wê "êrişên propagandayî" li Kurdistana Iraqê, bajarê Idlibê li Sûriyeyê û herêma Blûşistan a Pakistanê êriş li dar xistin.

Ebadî wiha domand: "Tenê ji bo nîşandana hêzê ye. Ji ber ku dizane armancên mezin bi dest naxe. Mînak li ser asta leşkerî, van êrişan tu tiştek bi dest nexist. Lê belê tenê moralê li hundirê welêt xurt kir û peyamek da gelê Îranê bi taybet alîgirên rejîma wê ku ew dikare zirarê li yên din bike. Artêş û Pasdarên Îranê dikarin bersiva êrişên li dijî Îranê bidin."

Ebadî diyar kir ku li Îranê li gor stratejiyekê biryar tê girtin ku "nekeve vî şerî, bi rêya wekîlan û milîsên li herêmê darbeyên diyar ku hêza wê nîşan bide, pêk bîne" û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bejamîn Netanyahu, Yoav Gallant, Itamar Ben Gvir û hikumeta rastgirên Îsraîlê, dixwazin şerê li Xezayê firehtir bikin ji bo ku ji lêpirsîna komîteyên têkildarî binkeftina 7`ê cotmehê xilas bibin."

Bi nêrîna Ebadî her çiqas li dijî Îranê êriş çêbin, lê dîsa jî nahêle ji çarçoveya pevçûnê derkeve û naxwaze bersivê bide û got: "Ew mijar wan dixe krîzekê, ji ber ku Pasdarên Îranê diruşmên qirkirina Îsraîlê û derbekirina Îsraîlê avêtin û moşekên Xeyber ji bo derbekirina Îsraîlê hatin çêkirin."

Ebadî wiha dawî li gotina xwe anî: "Îran di krîzeke exlaqî re derbas dibe, rast e ew hewl dide ji ber zirarên mezinên li dijî wê, ji vî şerî bi dûr bikeve, bi taybet Amerîka keştî û balafirên xwe amade kirine, lê Îranê dibîne ev şer ji enerjî û hêzên wê mezintir e. Lê ger ji şer rizgar bû, ji şerê şikandina hestiyan rizgar nabe, ji ber ku Îsraîl di operasyonên siûqastkirina fermandarên wê yên îstîxbaratî, Pasdarên wê û têkbirina serweriya wê li herêmên Sûriyeyê, Lubnan û Yemenê de nasekine."

(şx)

ANHA