Peymanên jinan ên Dêrazorê: Kî çi dike bila bike em dev ji axa xwe bernadin

Jinan li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got armanca êrişan şikandina vîna gel e û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Peymanên jinan ên Dêrazorê: Kî çi dike bila bike em dev ji axa xwe bernadin
25 ÇILE, 2024   04:34
DÊRAZOR 
ELÎ EREB

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li hember van êrişan, gelê herêmê teqeziyê bi berxwedanê dike. 

Girêdayî mijarê endama Rêveberiya Meclisa Qanûnsaz a Kantona Dêrazorê Duha El Salih got: "Dewleta Tirk a dagirker, piştî erêkirina Hevpeymana Civakî ya nû, êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin. Hevpeyman, bingeha qanûnî ya projeya Rêveberiya Xweser e, kar û barên saziyên wê bi rê ve dibe û bi pêş dixe."

Duha El Salih destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser ketiye, divê li her derê li Rojhilata Navîn pêk were ji ber ku mafên gelan dabîn dike.

Her wiha Duha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe ku li azadiya xwe digere û axa xwe diparêze.

Têkildarî şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne Duha anî ziman ku piştî şerê taybet bi saya berxwedana gelê herêmê bi bin ketin, dewleta Tirk nekarî fitneyê di nava gelê Dêrazorê de derxe, bi awayekî hovane êrişî herêmê kir.

Cîgira Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel jî êrişên dewleta Tirk û di heman demê de bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî şermezar kir.

Şehnaz soz da ku berisva gelê herêmê xurt be û dê li hember êrişan û ji bo ku gel azad bijî, berxwedan û têkoşînê mezin bikin.

(şx)

ANHA