‘Mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye’

Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re gaveke baş e û got, "Mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye.”

‘Mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye’
4 ÇILE, 2025   03:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, Yûsiv Kûtê destnîşan kir ku piştî zêdetirî 3 sal û nîvan hevdîtina ku ji aliyê nûnerê DEM Partiyê ya ku li Girava Îmraliyê bi Rêber Abdulah Ocalan re pêk hatî, pîroz e û diyar kir ku peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo wan û rayedarên dewleta Tirk girîng in.

Yûsiv Kûtê bal kişand ser rastiya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Em Rêber Apo nas dikin ku xwediyê felsefeya ‘Neteweya Demokratîk’e, lewre jî yên xwediyê vê felsefeyê, her tim daxwaz dikin ku di navbera gel û neteweyan de peywendiyên xwezayî çêbibin. Ji bo vê jî Rêber Apo teqezî bi wekheviya gelê Kurd û Tirk dike da ku wekheviya gelan pêk were."

Yûsiv Kûtê bal kişand ser girîngiya peyamên Rêber Abdullah Ocalan û got: "Peyamên Rêber Apo ji bo me û ji bo rayedarên dewleta Tirk jî girîng in.”

Yûsif Kutê destnîşan kir ku bangên rayedarên dewleta Tirk ên “Bila Abdullah Ocalan werê meclîsa Tirkiyeyê û biaxive” erênî ne, lê ne weke ku daxwaziyên rayedarên dewleta Tirk yên berjewendîperest.

‘HIŞMENDIYA YEK ZIMAN, YEK AL Û YEK NETEWE NASNAMEYA CIVAK Û ÇANDAN TUNE DIKE’

Yûsif Kûtê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zordariya bi sedan salan a ku bi ser gelê Kurd hat meşandin û da zanîn ku ji aliyê hêzên neteweyî û herêmî ve gelê Kurd rastî gelek zehmetiyan hatiye. Her wiha diyar kir ku tenê ne gelê Kurd, hemû çand û civakên din jî, bi hişmendiya pergala “yek ziman, yek al û yek netewe” tên hedefgirtin û nasnameyan wan tên tunekirin.

‘SÎSTEMA NETEWEYA DEMOKRATÎK DI SEDSALA 21’EMÎN DE SÎSTEMA HERÎ PÊŞKETÎ YE’

Yûsif Kûtê bal kişand ser sîstema neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye bipêşxistin û got: “Sîstema neteweya demokratîk, sîstemeke hevbeş e. Di kîjan erdnîgariyê de dibe bila bibe, ev sîstem dikare xwe îspat bike. Ji ber ku hemû gel û civak dikarin xwe di sîstema neteweya demokratîk de îfade bikin û bi ziman, çand û hebûna xwe jiyan bikin. Sîstema ‘Neteweya Demokratîk’ di sedsala 21’emîn de, sîstema herî pêşketî ye.”

‘GER HIKÛMETA NÛ YA LI ŞAMÊ XWE BISPÊRE ÎSLAMA SIYASÎ WÊ REWŞA WÊ JI YA REJÎMA BAAS XIRABTIR BIBE’

Yûsif Kûtê da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê, hikûmeta Şamê ya nû bi hişmendiyeke olperest dixwaze pêşeroja Sûriyeyeke nû diyar bike.

Yûsif Kûtê anî ziman ku ger hikûmeta nû ya li Şamê xwe bispêre îslama siyasî, wê rewşa wê ji ya rejîma Baas jî xirabtir bibe.

Yûsif Kûtê axaftina xwe wiha domand: “Cihekî mîna Sûriyeyê ku mozaîka gelan e, nabe ku bi hişmendiyeke olperestî bê meşandin. Lewra lazim e bi rêya meclisekê komîteyek bê diyarkirin û destûra bingehîn a Sûriyeyê ku hemû pêkhateyan digire nava xwe deynin.”

‘HER KES BERPIRSIYARÊ VÊ MERHELEYÊ YE’

Yûsif Kûtê da zanîn ku di pêvajoyên wiha girîng de lazim e ji her kesî bêhtir rewşenbîr bikevin liv û tevgerê û diyar kir ku ger rewşenbîr di qonaxek wisa girîng de pênûsa xwe nexin xizmeta gel, wê kengî bikin.

Yûsif Kûtê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lazim e rewşenbîr pêşengiya civakê bike, lewma bêyî ku dibin venêrîna fikrek anku îdeolojiyekê de bimîne, naxwe îro her kes berpirsiyarê vê merheleyê ye. Ez bang li hemû zanyar û rewşenbîran dikim ku lazim e ji her kesî bêhtir pêşengiya civakê bikin, civakê zane bikin.”

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Anahîta Sîno bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo her kesî banga aştiyê dike.

Anahîta Sîno da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal e li girava Îmraliyê li ber xwe dide û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji boçareserkirina pirsgirêkan re amade ye û diyar kir ku ew ji şer û aştiyê re jî amade ne.

Anahîta Sîno bal kişand ser sîstema ‘Neteweya Demokratîk’ û diyar kir ku ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, modela esasî neteweya demokratîk e.

‘ROLA HERÎ MEZIN A REWŞENBÎRAN E’

Anahîta Sîno da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî rola herî mezin a rewşenbîran e û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Lazim e em hemû rewşenbîr bi yekrêzî çanda hezkirinê û wekheviyê di civakê de belav bikin da ku em bikaribin ji bo çareserkirina pirsgirêkan zextê li desthilat anku li rêveberan bikin.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso jî, têkildarî hevdîtina nûnerên DEM Partiyê bi Rêber Abdullah Ocalan re, diyar kir ku ji bo aştiya gelê Kurd, Tirk û hemû gelên ku li herêmê dijîn gaveke baş e.

Ebûd Mexso destnîşan kir ku êdî bes e ji şer û pevçûnan re, lazim e êdî dengê guleyan bisekine û pirsgirêk di nava parlementoyê de bên çareserkirin.

Ebûd Mexso di berdewama axaftina xwe de qala girîngiya sîstema ‘Neteweya Demokratîk’ kir û got; Pirsgirêkên Rojhilata Navîn di nav hev de ne, lewra tenê ne ji bo Bakurê Kurdistanê, ji bo hemû Rojhilata Navîn, dermanê çareseriyê sîstema ‘Netewa Demokratîkˊ e. Ji bo vê jî lazim e hemû gel û pêkhate di nava xebatê de bin da ku ev sîstem pêk were. Mifteya çareseriyê jî li Girava Îmraliyê ye.” 

ANHA