ˈNabe rola jinan were paşguhkirinˈ

Jinên li bajarê Til Birakê diyar kir ku divê qanûn werin danîn ku mafên jinan û rola wan di siberoja Sûriyeyê de mîsoger bikin û got jin di civakê de nûnertiya aştiyê dikin, nabe rola wan were paşguhkirin.

ˈNabe rola jinan were paşguhkirinˈ
4 ÇILE, 2025   05:10
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Piştî hilweşîna rejîma Baasê, gelek daxuyanî û helwest derketin pêş ku rola jinan di avakirina civakê de paşguh dikin.

Der barê mijarê de jinên ji bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê helwestên xwe anîn ziman.

Endama Meclisa Kongra Star a Til Birakê Sîmav Etê diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digirin û berpirsyariyên xwe bi cih tînin.

Sîmav Etê destnîşan kir ku jinên Kurd, Ereb û Suryan li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan ku jin bi jiyanê pênase dike, dimeşin û got bêparhiştina jinan ji mafên wan zirarê dide îradeya wan.

Sîmav Etê di dawiyê de got: "Jin di civakan de nûnertiya ewlehî û aştiyê dikin. Em qebûl nakin rola wan were paşguhkirin."

Endama Mala Jinan a bajarê Til Birakê Ezraa El Hisên jî diyar kir ku înkarkirina rola jinan înkarkirina tevahî civakê ye.

Ezraa berxwedana şervanên jin ên li eniyên şer silav kir û piştgiriya xwe bi wan re nîşan da.

Hevseroka Komîteya Çandinî û Avdanê ya Til Birakê Neda Behlewî jî ji bo mîsogerkirina mafên jinan di siberojê de banga xebata hevpar li tevahî jinan kir.

Neda Behlewî bal kişand ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahî qadan de xwedî biryar in. Nabe em werin paşguhkirin. Divê qanûnên adilane werin dayîn ku mafên me biparêzin û beşdariya me ya çalak di tevahî qadên jiyanê de mîsoger bikin."

Neda Behlewî anî ziman ku jinên li herêmê dikarin guhertinê çêbikin û çarenûsa xwe diyar bikin û bang li tevahî jinên sûriyeyî kir ku ji bo mîsogerkirina mafên xwe di siberojê de yekitiya xwe ava bikin.

(bb)

ANHA