Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê: Em ê herêmê ji çeteyên DAIŞˈê biparêzin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê diyar kir ku hêzên wan dikarin herêmê ji xetereya tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê biparêzin.

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê: Em ê herêmê ji çeteyên DAIŞˈê biparêzin
4 ÇILE, 2025   06:10
DÊRAZOR
EHMED EL SEMHAN

Di demên dawîn de tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kantona Dêrazorê zêde bûne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gelek caran hişyarî dan ku çeteyên DAIŞˈê sûdê ji rewşa heyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê werdigirin û êrişan pêk tînin.

Der barê mijarê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Ebdulkerîm El Fendî ji ajansa me re axivî.

Ebdulkerîm El Fendî diyar kir ku çeteyên DAIŞˈê bi ketina rejîma Baasê re sûdê ji valahiya li herêmên di bin kontrola Şamê de bûn wergirtiye û bi awayekî berbiçav ketine nava tevgerê.

Ebdulkerîm El Fendî destnîşan kir ku hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî tedbîrên parastinê zêde kirin, çavdêrî bi hêz kirine û tevgerên şaneyên DAIŞˈê dikin armanc.

El Fendî da zanîn ku piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê ji herêmên Dêrazorê tevgera çeteyên DAIŞˈê zêdetir bû.

Fermandar Ebdulkerîm El Fendî bal kişand ser hemahengiya bilind a li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê û diyar kir ku ji mîsogerkirina ewlehiya herêmê têkiliyên xurt bi Koalîsyona Navneteweyî re hene, ev têkilî erka koalîsyonê ya şerê li dijî DAIŞˈê û rêgirtina li ber tevgerên şaneyên wê nîşan dide.

El Fendî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo mîsogerkirina ewlehiya şêniyên herêmê di siberojê de planekê çêdikin û got QSD di dan û standinên li hemberî guhertin û bûyerên awarte de xwedî dîrokeke kevin û kapasîteyeke bilind e.

Ebdulkerîm El Fendî da zanîn ku QSDˈê hêzêke aştîxwaz, ne şerxwaz e û amade ye ji bo parastina herêmê berdêlên mezin bide.

QSDˈê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞˈê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê gelek operasyon li dijî şaneyên DAIŞˈê li dar xistin.

Li gorî SOHRˈê, şaneyên çeteyên DAIŞˈê di 2024ˈan, li Dêrazor, Heleb, Hesekê û Reqayê zêdetirî 264 êrişên bi rêbazên cuda pêk anîne. Di van êrişan de 120 kes hatine kuştin.

(bb)

ANHA