Meşvanên Azadiyê: Niha dema çareseriyê ye

‘Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji du baskan ve ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 8'an de didome.

Meşvanên Azadiyê: Niha dema çareseriyê ye
8 sibat, 2024   13:39
NAVEDA NÛÇEYAN

Baskê Wanê yê meşê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med Emîne Kaya, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di nav de ne, ji Rêxistina navçeya Cizîrê ya DEM Partiyê bi çepikan hatin birêkirin.

Meşvan yek bi yek xatir ji girseya gel a li qadê xwestin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin birêkirin.

Meşvanên Azadiyê li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî silav dan Meşvanên Azadiyê. Meşvanên Azadiyê tevî gel serdana dikandaran kirin. Bi dehan kes li gel meşvanan heta ber Rêxistina Hezexê ya DEM Partiyê meşiyan.

Rawestgeha din a Meşvanên Azadiyê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye.

Di roja 8'emîn de "Meşa Azadiyê ya Mezin" ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd hat depêkirin de meşvanên gihaştin Dêrsimê ber bi navendê ve ketin rê. Li vir ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. 

Meşvan çûn ser pira Gulistan Doku ku herî dawî lê hatibû dîtin û li vir daxuyanî dan.

Di ketina bajêr de meşvan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 

Piştre meşvan hatin Meydana Seyîd Riza. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Koçyigit diyar kir ew li ser axa Elî Şêr, Sakîne û Mazlûm in û got ew li dijî feraseta dibêjin meseleya kurd tune ye derketine ser rê. Gulistanê got bibin dengê Birêz Ocalan.

Piştre Hevseroka DBP'ê ya Giştî Çigdem Kiliçgun Uçar da zanîn ew ji bo azadiyê dimeşin û got Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo hemû cîhanê pêşengekî girîng e.

Hunermendên NÇM'ê li vir bi stranên xwe piştgirî dan meşê û piştî meşê govend hat gerandin.