Li Pakistanê teqîn: 4 polîs hatin kuştin

Li Pakistanê teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di encamê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest daye.

Li Pakistanê teqîn: 4 polîs hatin kuştin
8 sibat, 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Pakistanê ragihand ku li bakurê welat teqînek pêk hatiye û di encamê de 4 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest daye. Teqîn hemwextî hilbijartinan rû da.

Duh jî 2 teqîn ku DAIŞ’ê girtibûn ser xwe, li başûrê rojavayê welat nêzî nivîsgehên 2 namzetan pêk hatin. Rayedarên Pakistanê ragihand ku di encama her du teqînan de bi kêmanî 28 kes hatine kuştin.

(bb)