Sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin

Bi sedan kesî sersaxî da malbatên şehîdên Hêzên Komandosê û soza tolhildanê da.

Sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re hat xwestin
8 sibat, 2024   14:18
HESEKÊ

Ji bo şehîdên Hêzên Komandos Emar (Bîlal Mihemed El Siûd), Demhat (Ebdulrezaq Ayîş), Gelhat (Emar Dawud Ebdulwehab), Zagros Kelasê (Omer Dawud Ebdulwehab) û Omer (Mihemed Ehmed El Şarbî) ên ku 5’ê Sibatê di êrişa milîsên Îranê ya li dijî akademiya perwerdeyê ya cihê petrolê ya Omer a Dêrazorê de şehîd bûbûn sersaxî hat xwest.

Konê sersaxiyê yê navendî li taxa El Omeran a bajarê Hesekê hat vedan. Bi sedan kes herikîn bin kon û sersaxî da malbatên şehîdan.

Li bin kon merasîmeke hat lidarxistin, piştî deqeya rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Ehmed Hedîs sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Bi bedena xwe çûn, lê di dilî û hişê me de zindî ne."

Ehmed El Hedîs êrişa li dijî Hêzên Komandos wekî komployekê ku dişibe êrişên dewleta Tirk a dagirker nirxand.

Ji fermandarên Melcisa Leşkerî ya Hesekê Birûsk Hesekê di kesayeta her 5 şehîdan de tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî axivî û got: "Yên derdorê deweta Tirk a dagirker, rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê şerê me dikin, dixwazin îradeya gelê me têk bibe. Lê bi fedakariyên şehîdan û berxwedana hêzên me îsrara me ya domandina xeta şehîdên me zêde dibe. Em soz didin em ê xeta şehîdên xwe bişopînin û tola wan hilînin."

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

(bb)

ANHA