Rejîma Îranê li Serdeştê kolberek qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li sînorê bajarê Serdeşt hejmareke kolberan dan ber guleyan û di encamê de kolberek hate qetilkirin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Rejîma Îranê li Serdeştê kolberek qetil kir
16 tîrmeh 2024   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê îro serê siharê li devera sînorê Qendîl a bajarê Serdeştê hejmarek kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin gulebarankirin û di encamê de kolberek hate qetilkirin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku kolberê hatiye qetilkirin navê wî Kiyanî Zînî (19) ji gundê Reşe Hermê ye, navê kolberên ku birîndar bûne jî Peyman û Keywan Qadirî ne.

Her wiha eşkere kir ku hêzên rejîmê li baregeha leşkerî ya Kotir ya Serdeştê bêyî hişyariya pêşwext bidin di menzîla nêzîk de kolber gulebaran kirin.

Li gor daneyên Kolber News di nava 10 rojên borî de, du kolber hatin qetilkirin û 13 kolber jî birîndar bûn.

Her wiha li gor daneyek din ya Kolber News, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 34 kolber hatin qetilkirin, 236 kolber û kasibkar jî ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin.