ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ

Xelkê bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meş li dar xistin.

ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
ˊDaxwaza me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
16 tîrmeh 2024   21:57
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi diruşma ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji doza Kurd re çareserîˊ de xelkê bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Girkê Legê meşeke girseyî organîze kir.

Beşdar li Qada Şehîd Xebat a li têketina bajarê Girkê Legê kom bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meş ji ber bi naverasta bajêr ve çû û li wir veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa bajarê Girkê Legê Atif Sebrî axivî û got: "Li dijî Rêber Abdullah Ocalan tevahî cureyên tecrîdê bi armanca têkbirina vîna gelan di şexsê wî de tên pêkanîn."

Sebrî wiha domand: "Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn klît e. Bêyî Rêbertî çareserî tune ye. Em gelên herêmê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî em ê li qadan bin."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a Çilaxa Firyal Qesûm axivî û got: "Îro weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek dengî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin. Ev ji bo dijmin peyameke aşkera ye."

Firyal wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bawer dikin ku bi komployan şoreşa me, têkoşîn û berxwedana me ya li ser fikir û felsefeya Rêbertî ye, têk bibin."

Meş bi diruşma ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ bi dawî bû.

(fr)