Besê Hozat: Ji bo rakirina tecrîdê dewleta Tirk tawîzan dixwaze

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tawîzan dixwaze û got: “Em vê nemerdiyê red dikin. Bi tu awayî Rêbertiya me nabe mijara bazariyê.”

Besê Hozat: Ji bo rakirina tecrîdê dewleta Tirk tawîzan dixwaze
16 tîrmeh 2024   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bike mijara bazariyê û got: “Em nêzîkatî û polîtîkayên wiha kirêt û qirêj dibînin. Em nêzîkatiyên wiha bi tundî red dikin û lanet dikin. Bi tu awayî Rêbertiya me nabe mijara bazariyê. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pîvana demokratbûnê derketina li dijî tecrîda Îmraliyê ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê, bersiva pirsên Medya Haber TV’ê da.

Nirxandinên girîng ên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, wiha ye:

" 26 sal in Rêbertiya me di bin pergala qirkirinê de, berxwedaneke mezin raber dike. Li dora vê berxwedanê jî berxwedanekî pir bi heybet a gel, gerîla û zindanê heye. 26 sal in Rêbertiya me di destê dewleta Tirk de dîlgirtî ye. Polîtîkayeke dîlgirtinê dimeşîne. Di van rojên dawî de hin agahî gihiştine me. Em girîng dibînin ku vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Niha li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatine, hin kesên nêzî Erdogan dibêjin, ‘Eger ji bo me vê yekê bikin, em ê bihêlin ku birayê Ocalan û piştre jî parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin, lê belê ji bo em bihêlin hevdîtin çêbibe divê destpêkê vê yekê bikin. Yanî vê tawîzê, wê tawîzê bidin.’ Bi vî rengî agahiyên cur be cur tên. Çavkaniya ku ev agahî jê tên, helbest saxlem e. Em kesên ku agahiyan bi vî rengî diragihînin jî dizanin. Ji nêz ve nas dikin. Bi salan polîtîka bi Erdogan re meşandin. Helbet em vê pir girîng dibînin, yanî vê rewşê. Em dixwazin raya giştî jî bizane.

Bi rastî jî polîtîkayeke pir nemerdane li ser Rêbertiya me tê meşandin. Rêbertiya me ji bo xwe digot, ez rehîneyekî di destê dewleta Tirk de me. Rewşa xwe weke rehîne pênase dikir. Nêzîkatiyên bi vî rengî bi salane hene, me her tim digot. Me digot, li ser li ser rewşa Rêbertiya me, polîtîkayeke wiha ya şantajê, polîtîkayeke bazarê, bazariya nû tê kirin. Yanî mînakeke ku niha van hemûyan destnîşan dike jî, ev mînak e. Yanî rewşa Rêbertiya me dikin mijara bazarê. Polîtîkayekî wiha nemerdane, bi rastî jî ti sînorên wiha exlaqî û hiqûqî nas nake. Helbet em nêzîkatiyên bi vî rengî, polîtîkaya wiha pir qirêj dibînin û bi tundî red dikin. Em lanet dikin, ez vê bi eşkere diyar bikim. Bi ti rengî nabe ku Rêbertiya me bibe mijara bazarê. Ev qet nayê qebûlkirin. Hiqûqa Tirkiyeyê jî di qanûnên xwe de diyar kiriye ku mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî ye ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev di hiqûqa navneteweyî de jî hatiye nivîsîn. Tirkiyeyê jî ev peyman û hiqûqa navneteweyî îmze kiriye. Niha mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî yê Rêbertiya me tînin û dikin mijara bazarê, ‘eger hûn vê yekê yan jî wê yekê bikin, em ê bihêlin bi birayê xwe re hevdîtinê’. Yanî tiştekî qasî vê nemerdane tune ye.

Ev mafên Rêbertiya me, mafên wî yên hiqûqî, mirovî, xwezayî, rewa û qanûnê nabe ku bibe mijara bazarê. Ev tê wateya hedê xwe nezanînê. Yanî em vê bi eşkere diyar bikin. Niha helbet ev girîng e. Ez dixwazim vê yekê ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi taybetî diyar bikim. Niha li Tirkiyeyê gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar hene ku qaşo dewleta hiqûqê diparêzin, ji bo hiqûqê têkoşînê dimeşînin, xwe kemalîst, çep yan jî sosyalîst pênase dikin, nirxên komarê diparêzin û evane xwe weke rewşenbîr pênase dikin. Hiqûq, edalet û demokrasiyê jî weke mafekî mirovan ê esas, ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve weke mafekî esas dinirxînin. Vêca gelo wê ji vê re çi bêjin? Niha li Îmraliyê hiqûqa Tirkiyeyê û ya navneteweyî hatiye binpêkirin. 26 sal in li Îmraliyê sîstemeke tecrîd û êşkenceyê heye. 4 salên dawî jî sîstemeke tecrîd û îzolasyonê ya mutlaq heye. Niha ev pêkanîn belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Niha li hemû girtîgehan sîstemeke tecrîd û êşkenceyê heye. Yên cezayê wan qediyane, nayên berdan. Mirovên nexweş, yên bi nexweşiya giran li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Mirovên di temenê 70, 80 û 85 saliyê de tên girtin. Pitikên biçûk li girtîgehan mezin dibin. Ev bêhiqûqiya ku li Îmraliyê hatî pêşxistin, niha li hemû Tirkiyeyê hatiye belavkirin. Ev bi dijwarî li ser siyasetmedarên Kurd û şoreşgeran tê pêkanîn. Niha nivîskar û rewşenbîrên ku xwe weke çep, demokrat, parêzvanên hiqûqê û edaletê didin naskirin, ji vê re çi dibêjin, wê çi bêjin? Yanî çi dibêjin? Eger tiştekî nebêjin wê demê çi eleqeya wan bi rewşenbîr û nivîskariyê re heye? Ti eleqe nîne. Niha ji bo kesên ku dengê li xwe li ber bêhiqûqiya li Îmraliyê, van bazariyên qirêj, vê siyaseta qirêj a li ser Rêbertiya me, dengê xwe nakin mirov nikare bêje rewşenbîr. Mirov nikare jê bêje siyasetmedarên gel yan jî muxalefet. Nabe ku jê re parêzvanên demokrasî, edalet û mirovahiyê jê re were gotin. Îmralî kaxeza tûrnûsolê ye, pîvan e. Di nêzîkatiya li hemberî van polîtîka, bêedaletî û bêhiqûqiya li ser Rêbertiya me tê meşandin de, derdikeve holê ku mirovek çiqasê rewşenbîr û çepgir e. Yanî pîvan ev e.

Pîvana parêzvantiya hiqûq, edalet û demokrasiyê li Îmraliyê ye. Pîvan, nêzîkatiya li dijî sîstema tecrîd û êşkenceya li hemberî Rêber Apo ye. Helbet vê jî nîşan dide ku ev pêngava azadiyê çiqasê girîng û pêwîst e. Evane hemû jî di rastiyê de encameke pêngavê ne. Rejima faşîşt li hemberî vê têkoşînê zehmetê dijî. Ew qasê tengav bûye ku hevsengiya xwe winda kiriye. Yanî nizane ka wê çi bike. Parêzer bi taybetî xebateke pir girîng dimeşînin, têdikoşin. Niha rewşa Rêbertî û sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, ketiye rojeva Neteweyên Yekbûyî jî. Ketiye rojeva Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa jî. DMME jî wê di meha Îlonê de bicive û vê rewşê binirxîne. DMME’yê bi salan gotibû ku rewşa li Îmraliyê êşkence û binpêkirina mafên mirovan e. Tevî ku vê yekê dizane bi salane ev sazî DMME, CPT û Konseya Ewropayê temaşe dikin. Yanî li van bêhiqûqî, komkujî û polîtîkayên qirkirinê temaşe dikin. Tenê bi temaşekirinê bes nabînin. Hevkarê wê jî ne. Niha ev têkoşîna ku tê dayîn, bû sedem ku ev sazî jî vê rewşê bikin rojev. Divê mirov pey vê nehêle. Ev xebat û têkoşîneke pir girîng e. Divê mirov heta dawiyê vê têkoşînê bibe. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de, bi rastî jî nirxên mirovên tên qetilkirin. Li dijî nirxên mirovahiyê êrîş hene. Li dijî azadî, demokrasî, edalet, hiqûq û hemû nirxên mirovahiyê êrîş hene. Ji wî alî ve, yanî bi ti rengî divê dest ji vê neberde. Em heta dawiyê têbikoşin, yanî teqez em ê encamekî bi dest bixin.

Dîsa têkoşîna civakî jî hestiyariyeke diyar afirand, xwedî lê derketin afirand. Divê mirov vê yekê jî bê navber bidomîne. Em her tim dibêjin rewşa Rêber Apo û pirsgirêka Kurd ketiye navhev, yanî mirov nikare ji hev cuda binixîne. Rêber Apo, rêberê gelê Kurd e. Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi vî rengî nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd e. Têkildarî vê yekê her cure pêşketina erênî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêşketin e. Qedera çareseriya pirsgirêka Kurd û qedera Rêber Apo, bi hev ve hatine girêdan. Ji wî alî ve divê em li her derê têkoşînê bimeşînin. Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê li her derê bibe navenda têkoşînê. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê ku Îmralî navenda vê yekê ye, divê em li her derê bi rengekî herî xurt têkoşînê bimeşînin. Eger em vê yekê bi rengekî xurt û bê navber bidomînin, teqez em ê encamekî wergirin.”