ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2024
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2024](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6696cd2184978.jpg)
Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi tecrûbeyên xwe yên 12 salan di nav gelan, hêzên şoreşger, demokrat û sosyalîst de nîqaşên girîng dan meşandin; rengê modela xweseriyê zelaltir kir.
Şêniyên bajarê Şedadê diyar kir ku dê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên xwe derkevin û heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.
Jinên ji Kobanê tevkariya PDK`ê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirkerên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de wek "xiyaneteke aşkera" bi av kir. Jinan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember vê xiyanetê serî hilde.
Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê ragihand ku dest bi avakirina stasyoneke ava vexwarinê kiriye ku avê ji 30 hezar kesî re peyda dike.
Gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê (Kurd, Ereb, Asûrî-Suryan, Ermen) bi paparadîgmaya neteweya demokratîk ku li ser koka civaka xwezayî ya Serdema Neolîtîk hêşîn bûye, di şoreşa Rojava de zindî dibin.
Wefqa Jina Azad a Sûriya bi boneya salvegera 13ˊemîn a Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li navenda xwe ya li taxa Hilîliyê ya Qamişlo 2 rojan pêşangeha şêwekariyê li dar dixe, saet 09:30ˊan, her wiha li bajarokê Til Birakê şahiyek tê lidarxistin, saet 17:30ˊan, bi heman boneyê li taxên Enteriyê, Qidûrbeg û Kornîş ên Qamişlo şahî tê lidarxistin, saet 19:00ˊan, li Tirbespiyê bi pêşengiya Kongra Star li Parka Star şahî tê lidarxistin, saet 19:00ˊan, her wiha li hola Rojhilat a Girkê Legê şahî tê lidarxistin, saet 19:00ˊan, li Dirbêsiyê li Parka Şehîd Zevîn şahî tê organîzekirin, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi diruşma ˊBi rihê 19ˊê Tîrmehê em xwe bi rêxistin bike, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikinˊ Kongreya 4ˊan a Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja duyemîn de li hola Serdem a bajarê Hesekê dewam dike, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)