Macron îstîfaya hikumeta Frensayê pejirand

Serokatiya Frensayê îstîfaya hikumeta Gabriel Attal pejirand, lê serokatiyê ew ji bo rêvebirina kar heta erkdarkirina hikumeteke nû, erkdar kir.

Macron îstîfaya hikumeta Frensayê pejirand
16 tîrmeh 2024   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, îstîfaya hikumeta Gabriel Attal pejirnad û ew ji bo rêvebirina kar heta erkdarkirina hikumeteke nû erkdar kir. Gabriel Attal piştî di hilbijartinên qanûnsaz ên pêşwext de di wergirtina piranî dengan de bi bin ket, îstîfa kir.

Qesra Elysee daxuyand ku Emmanuel Macron, îro îstîfaya Gabriel Attal û hemû wezîrên ku karûbarên heyî bi rê ve dibin heta erkdarkirina hikumeteke nû, pejirand.

Hikumeta Attal vê êvarê bi awayekî fermî îstîfaya xwe pêşkêşî Emmanuel Macron kir, lê heta ku hikûmetek nû were tayînkirin, ew ê karûbarên heyî bi rê ve bibe.

(mg/fr)