Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin

Bi dehan xelkê bajarê Hesekê şehîd Îmad Bedir Meter li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kir.

Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin
Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin
Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin
Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin
Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin
Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin
Şehîd Îmad Meter li Hesekê hat veşartin
16 tîrmeh 2024   20:54
HESEKÊ

Bi dehan xelkê bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Îmad Bedir Meter (Emced Şedadê) oxir kir. Îmad Meter di 13ˊyê Tîrmehê de li bajarokê Hecînê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Rewan Şêxo axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbat şehîd dixwazin. Di şexsê wî de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember van şehîdên di oxira pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ewle û aştî bijî de canê xwe daye, ditewînin."

Rewan diyar kir ku şehîd Îmad Meter bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan mîna Ezîz Ereb û Hakî yên bûne semola mirovahiyê xwedî baweriyeke mezin bû.

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Birûks Hesekê axivî û got: "Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve dewletên herêmî bi rêya rêxistinên terorîst piştî tevahî komplo bi bin ketin, şerê gelê Sûriyeyê dikin. Tirkiyeyê jî bi aşkera şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.

(fr)