HPGˊê helîkopterek xist xwarê
HPGˊê ragihand ku helîkoptereke bi cureya sikorsky li rojavayê Zapê yê Duhokê xiste xwarê.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG), di 16ˊê Tîrmehê de saet di 01:35ˊan de hêzên HPgˊê helîkoptera sikorsky a dewleta Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Bihar a li herêma Şehîd Delîl li rojavayê Zapê hedef girt û xiste xwarê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku HPGˊê di 10ˊê Tîrmehê de li heman Girê Bihar ê li rojavayê Zapê helîkoptereke din a sikorsky xistibû xwarê.
(fr)