Li Hesekê Kongreya Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê kongreya xwe ya 4’emîn bi dirûşma “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li dar xist.

Li Hesekê Kongreya Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin
16 tîrmeh 2024   23:07
HESEKÊ

Kongre bi amadebûna hezaran ciwanan ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lîstokgeha Gweranê a bajarê Heseke dest pê kir. Lîstokgeh bi wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîdên ciwanan ku bûn pêşengên şoreşê hat xemilandin.

Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê cîgerê hevserokatiyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî.

Di axaftina xwe de Koçer tevahî şehîdên Şoreşa Rojava û Kurdistanê bi bîr anîn û diyar kir ku van 12 sal, yên ku şoreşgertiyekî rast meşandin tevgera Apoyî û ciwanên şoreşger bûn. Her wiha Koçer diyar kir ku eger heya niha ji hemû aliyan ve êriş li ser Şoreşa Rojava, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser çiyayên Kurdistanê û li dijî Rêber Apo heye, ev tê wateyê tevgera Apoyî xurt e û di rêya rast de dimeşe.

Di dawî de Hesen Koçer got wê bi pêşengtiya jin û ciwanan şoreşê bi ser bikeve.

Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyonekî bi perspektîfên Rêber Apo der barê ciwanan de hat pêşkêşkirin.

Bername bi tevlîbûna komên hunerî berdewam e. Sibe jî wê nîqaşên rêxistinî werin meşandin.