Meryem Îbrahîm: Min berxwedan û tolhildana bo jinan hilbijart

Hevseroka Desteya Kar û barên Civakî Meryem Îbrahîm ku şahidê komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî jinên Reqayê bû destnîşan kir ku têkoşîn, berxwedan û tolhildana bo jinan hilbijartiye, da ku fikrên DAIŞ’ê yên tunekirina rola jinan têk bibe.

Meryem Îbrahîm: Min berxwedan û tolhildana bo jinan hilbijart
20 cotmeh, 2023   09:28
REQA
ALA EL ELÎ

20'ê Cotmehê salvegera 7'emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ye û bi vê boneyê hevseroka Desteya Kar û barên Civakî Meryem Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Meryem Îbrahîm di serî de hemû şehîdên di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyan de feda kirine bi bîr anîn û salvegera 7'emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên şehîdan û jinên Sûriyeyê pîroz kir.

′HEDEFGIRTINA ÎRADEYA JINAN′

Meryem Îbrahîm rewşa jiyanê ya di serdema dagirkirina Reqayê de ji aliyê DAIŞ'ê ve anî ziman û got: "Me komkujiyên hovane yên DAIŞ'ê li kolan û rêyan dîtin, bi taybet ew komkujiyên li dijî jinan."

Meryem wiha domand: "DAIŞ'ê cezayên tund li dijî jinan ferz kirine; mîna lêdana bi keviran û hwd. Her wiha qeydên lixwekirina cilan ferz kirin, nehiştin jin cilên mîrasê li xwe bikin, tenê cilên reş ji ling heta bi serî li xwe bikin."

Meryem destnîşan kir ku rewşên tenduristî yên hin jinan hene şahidên hovîtiya DAIŞ′ê ne; ji wan jinan hinan ling hatine qutkirin û hin jî dest hatin qutkirin. Li kêlek wê jî zulm û koletî li dijî wan hatin pêkanîn."

Meryem hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê li dijî welatiyan bi taybet li dijî jinan kiriye bi bîr xist û wiha pê de çû: "Ez nikarim hovîtiya ku çeteyên DAIŞ′ê kiriye wesif bikin, ez şahidê gelek bûyeran bûm. Hîna reva ciwaneke êzidî ji çeteyên DAIŞ′ê û xweavêtina li çemê Firatê di mejiyê min de ye. Di wê kêliyê de min nas kir ku armanca wan şikandin û têkbirina vîna jinan e."

′HILBIJARTINA ŞOPA BERXWEDANÊ′

Meryem di oxira azadiya jinan û tolhildana bo wan xwe spart têkoşîn û berxwedanê, her wiha ji bo wê bû ajoyek ku xwe bigihîne tevahî jinên êş di dema serweriya DAIŞ′ê de kişandine û îro bo hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Meryem Îbrahîm hewldan û kedên Rêveberiya Xweser ên ji bo dayîna mafên jinan û bidawîkirina bindestiyê bi bîr xistin û got niha jin di saziyên Rêveberiya Xweser de rêjeya ji sedî 50 temsîl dikin, nivîsgeh û komîteyên taybet bi wan hatin damezrandin û qanûnên girêdayî xwe danîn.

 (mh)

ANHA