Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê her sal mela Ebdurehman El Temûqî bi bîr tînin û rastiya kesayetên olî yên mîna wan radigihînin nifşên din.

Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
Mela Ebdurehman El Temûqî kî ye?
30 îlon, 2024   04:10
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Mela Ebdullah El Temuqî li gundê Temûqî yê navçeya Îlih yê Bakurê Kurdistanê sala 1897`an ji dayîk bûye. Jiyana xwe wek oldarekî welatparêze di oxira azadiya Kurdistanê de borand.

Di serdema bîstan de derbasî Amedê bû ji bo ku xwendina xwe temam bike. Lê di serhildana şêx Seîd de dest bi têkoşînê kir û piştî serhildanê tev li tevgera  Xwebûn bû.

Sala 1927`an derbasî Rojava bû û bi gelek oldaran, rewşenbîran re têkiliyên xurt ava kirin. Li herêmê bi Mela Ebdurehman El Temûqî hate naskirin. Têkoşîna xwe di serhildan û şoreşên kurdî de domand. Bû şahidê gelek şoreşên li her çar parçeyên Kurdistanê. Aliyên dijberên şoreşên Kurdî û dewleta Tirk a dagirker xwestin wî bigirin, lê bi ser neketin.

Di mizgeftên gund, bajarok û navçeyên Hizo, Farqîn ên Bkaurê Kurdistanê heta 1957`an mela û îmam bû. "Cihê lê azadî tune be, bawerî jî lê nîn e, cihê zulmê û sitemkariyê ye, ol lê tune ye" gotina wî ya herî navdar e. Ev gotina wî, cewherê kesayeta olî û welatparêz a gelê Kurd rave kir.

Mela El Temûqî têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê û ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas kir û tev li gerîla bû û bi giyanê ciwanan tê koşiya.

Piştî vê rêwîtiyê dîsa vegeriya Rojava û li gudnê Selam ê bajarê Dirbêsiyê bi cih bû.

Li Rojava, mela El Temûqî Rêber Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kir û di gelek boneyan û civînan de li kêleka wî derket.

Rifet Şêx Reşad ji şêniyên gundê El Selam e der barê şêx El Temûqî de got: "sala 1990`î Mela Ebdurehman hate gund û li nava malan geriya. Li ser daxwaza wî şêniyan malek ji herî jê re ava kir ji ber ku gelekî ji xwezayê hez dikir."

Şêx Reşad wiha domand: "Mela El Temûqî, kesayeteke taybet bû, ji welat û gelê xwe hez dikir. Oldar bû. Di mala xwe de bi şêniyên gund re dicivî û hertim behsa şoreşê dikir."

Li gorî şêx Reşad Mela El Temûqî Sibata 1992`yan li Hesekê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest daye û şêniyan ew li goristana şehîd Rustem Cûdî bi merasîmeke bi heybet veşartiye, mala wî bûye qubleya şêniyên gund ku heta niha diparêzin.

Ji bo bîranîna mela El Temûqî, şêniyên gund li mala wî diparêzin. Şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî sala 2015`an li ser navê wî mizgeftek li rojhilatê bajêr ava kir.

(şx)

ANHA