16 zarok li Rimêlanê fêrî wênesaziyê bûn

Di çarçoveya xebatên Navenda Çand û Hunerê yên pêşxistina behreyên zarokan de, li Rimêlanê zêdetirî 3 mehan 16 zarok fêrî wênesaziyê bûn.

30 îlon, 2024   07:10
GIRKÊ LEGÊ
ROHAT XELEF

Di nîva meha Tîrmehê de Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlanê ya kantona Cizîrê dewreyeke perwerdê ya geşkirina behreyên zarokan a li ser hunera wênesaziyê vekiribû.

Armanc ji vekirina dewreyeke perwerdê xwedîderketina li behreyên zarokan û fêrkirina wênesaziyê ye.

Berpirsên navendê û mamosteyan da zanîn ku di perwerdeyê de 16 zarokên xwedî behre û hezkirina wênesaziyê beşdar bûn. Temenên zarokên beşdar ji 6 heta 14 saliyê bûn.

Perwerdê zêdetirî 3 mehan dom kir. Di rojên Înê û Şemiyê de bi rêjeya 2 saetan perwerde dihat dayîn. Mamosteya zarokan û hunermenda şêwekar Zeyneb Selmo zarok perwerde kirin.

Çaverê ye sibe, anku 1ʹê Cotmehê, perwerde vê beşa zarokan bi dawî be û li navendê beşeke nû were pêşwazîkirin.

(mh)

ANHA