Nagihan Akarsel li cihê hatî qetilkirin hat bîranîn

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel di salvegera qetilkirina wê de li cihê ku lê hatî qetilkirin, hate bîranîn û soza berdewamkirina têkoşîna wê hat dayîn.

Nagihan Akarsel li cihê hatî qetilkirin hat bîranîn
4 cotmeh, 2025   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Sê sal di ser qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel re derbas dibe. Bi vê boneyê Nagihan Akarsel li cihê lê hatî qetilkirin, li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê a başûrê Kurdistanê bi amadebûna rêheval, welatparêz û jinan hat bibîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre gul li cihê Akarsel hatî şehîdxistin hatin danîn û mûm  hatin vêxistin.

Piştre ji aliyê çalakvana siyasî Sara Reza ve daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Berî sê salan di ruh û hestên me jinan û civakê de birînek hat vekirin. Heval û hevrêya me Nagihan Akarsel ku çeka wê ya herî sade a ji bo parastina xwe, welat, civakê fikir û pênûsa wê bû, di demekî de ku li gel jinên Başûr hewl dida Navenda Arşiv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd damezrîne, hat hedefgirtin û şehîd bû.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Em bi wê çendê nesekinîne ku xemgîniya xwe bînin ziman, wê em fêrkirin ku bihevre xewnên xwe bikin rastî. Xewna gihiştina jina Kurd bi çavkaniya dîroka xwe a bi rêya berhemên wê. Zimanê me cûdatir bû ji bersivdana wê terorê. Me bi dîroka azadîxwaziyê, bi ked û têkoşînê qurbaniyek zêde daye. Me ewqas ji dîrokê famkiriye ku bi têkoşîn, ked û israra li ser armancên xwe wî dengî bigihînin hemû cihekî.

Niha gotar û armanca Nagihan Akarselê gihiştiye gelek cihên cîhanê. Di demekî de ku em vê rojê bibîrtinin, jinên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê amadekariyê ji bo nasandina pirtûka Nagihan Akarsel dikin. Êdî em li vê cîhanê ne bi tenê ne, ne tenê çiya dost û pişta me ne. Belku ked û têkoşîna jinan a di warê arşîv, pirtûk, lêkolîn û gotinî de xwe gihandiye hemû aliyên cîhanê.

Nasnameya jina Kurd ya azad êdî nasnameyeke ji bo cîhanê cihê şanaziyê ye. Cîhan ji me îlham û hêviyê werdigre. Nagihan Akarselê bi xebata ku kirî, vegeriya koka nirxên civakî ku bi destên jinan hatine afirandin.”