Medyaya Erebî behsa aloziyên li Tengava Hormuzê û rûbirûbûna bi Îranê re kir

Şîrovekarran nivîsî ku aloziya li Tengava Hormuzê nîşana zêdebûna nakokiya di navbera Washington û Tehranê de ye. Her wiha danzanîn ku Îran hewl dide ku tengavê veguherîne amûrek ji bo bandorê û astengkirina siyasî û aborî.

Medyaya Erebî behsa aloziyên li Tengava Hormuzê û rûbirûbûna bi Îranê re kir
29 gulan, 2026   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser aloziyên li Tengava Hormuzê, di nav danûstandinên rawestiyayî yên di navbera Washington û Tehranê de, nivîsî û hişyarî dan ku herêm ber bi pevçûnek berfirehtir ve diçe. 

TENGAVA HORMUZÊ: DI NAVBERA DANÛSTANDIN Û ZÊDEBÛNA ALOZIYÊ DE

Kovara El Mecela li ser pêşketina aloziya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de nivîsî û destnîşan kir ku pevçûn, ku di dawiya Sibatê de dest pê kir, zextek zêde li ser her du aliyan kiriye, bi taybet piştî ku Tengava Hormuzê bû navenda pevçûnê.

Kovarê destnîşan kir ku daxuyaniyên dawî yên DYA`ê geşbîniyek hişyar nîşan didin, Serokê DYA`ê Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio behsa îhtîmala gihîştina rêkeftinekê "di demek nêzîk de" dikin, di heman demê de Washington hebûna xwe ya leşkerî li Kendavê ji bo parastina deryavaniya navneteweyî û zextkirina li ser Tehranê berdewam dike.

Kovarê diyar kir ku berdewamiya pevçûnên leşkerî yên sînorkirî dikare bi hêsanî bibe sedema hilweşîna pêvajoya danûstandinan û ji nû ve destpêkirina şerek berfirehtir, nemaze ji ber nebûna baweriyê di navbera her du aliyan de.

HORMUZ WEKÎ AMÛREK BANDORÊ YA ÎRANÊ

Rojnameya Independent Arabia behsa guhertina stratejiya Îranê ya der barê Tengava Hormuz de kir, û diyar kir ku Tehran ji polîtîkaya "girtina bi gef" ber bi hewldana "rêvebirina tengavê" wekî amûrek bandorê ya daîmî di nav hevkêşeya nakokiyên herêmî û navneteweyî de ve çûye.

Rojnameyê nivîsî kir ku girîngiya tengavê ji wê yekê tê ku ew rêyek avê ye ku bi qasî yek ji pêncê bazirganiya petrolê ya cîhanê tê re derbas dibe, ku li gorî rojnameyê, gelek amûran dide Tehranê, wekî zexta aborî û ferzkirina hebûnek siyasî ya rasterast.

Rojnameyê nivîsî ku tiştê ku li Hurmuzê diqewime "ji nakokiyeke yasayî an manevrayeke taktîkî wêdetir diçe", û dibe hewldanek ji bo ji nû ve pênasekirina têgeha ewlehiyê li Kendavê û kêmkirina rola leşkerî ya Rojavayî li herêmê, di berdêla xurtkirina bandora Îranê de.

(k)