Hêzên Îranê 2 çalakvanên Kurd kuştin

Hêzên çekdar ên Îranê çalakvanên Kurd Mojtaba Waisi û Maysam Waisi ku birayê hev bûn, bi rengekî hovane kuştin kirin.

Hêzên Îranê 2 çalakvanên Kurd kuştin
29 gulan, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji çalakvanên çandê yên naskirî yên li Kirmaşanê Mojtaba û Maysam Waisi ku birayê hev bûn, ji aliyê Muxafizên Şoreşê yên Îranê ve hatin kuştin. 

Hate ragihandin ku mala herdu bira lê bûn ji aliyê hêzên rejîmê ve hate şewitandin û qetilkirin. Li gorî agahiyan, hêzên rejîmê bi hinceta ku tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne li herdu birayan digeriyan.

Hate ragihandin ku çalakvan Mojtaba û Maysam Waisi di tevahiya jiyana xwe de ji bo çanda Kurd têkoşiyan û xwedî li nirxên gelê Kurd derketin. Herdu bira her wiha dengbêjî jî dikirin.