Di êrişa li ser keştiya Tirkiyê li Deryaya Reş de 2 kes birîndar bûn

Hêzên Deryayî yên Ukraynayê ragihand ku di êrişa baelfireke bêmirov a Rûsyayê li ser keştiyek barhilgir a Tirkiyê li Deryaya Reş de, 2 kes birîndar bûn.

Di êrişa li ser keştiya Tirkiyê li Deryaya Reş de 2 kes birîndar bûn
29 gulan, 2026   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Deryayî yên Ukraynayê roja Înê ragihand ku balefireke bêmirov a Rûsiyayê êrişî keştiyek barhilgir a Tirkiyê li Deryaya Reş kir, dema ku ew ji bendera Odessa ber bi Tirkiyeyê ve diçû, û di encamê de agir li ser keştiyê çêbû.

Hêzên Deryayî yên Ukraynayê bi rêya Telegramê ragihand ku di êrişê de  2 endamên ekîbê birîndar bûn, ku ji hêla keştiyên Deryaya Ukraynayê ve hatin derxistin û ji bo dermankirinê birin navendeke bijîşkî.

(k)