Medyaya Ereb pêşketinên li Îran, Hurmuz, Xezayê û Sûriyeyê nirixand

Medyaya Erebî, li ser zextên zêde yên li ser Îranê, girîngiya Tengava Hurmuzê û aloziyên plana Xezayê nivîsîn, di heman demê de bal kişandin ser dijwarîyên qonaxa veguhêz li Sûriyeyê.

Medyaya Ereb pêşketinên li Îran, Hurmuz, Xezayê û Sûriyeyê nirixand
17 tebax, 2026   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, rojname û dezgehên medyayê yên Erebî pêşketinên li Îranê, Tengava Hurmuzê û siberoja plana Xezayê, ligel rewşa Sûriyeyê û mijarên ewlehî û çekan nivîsîn.

ÎRAN Û HORMUZ: DEM DIQEDE Û VEBIJARK DEST PÊ DIKIN KU BÊNE CERIBANDIN

Tora El Jazeera  vebijarkên ku Tehran pê re rû bi rû ye, nirxand û diyar kir ku 17`ê Tebaxê ne hewce ye ku veguherînek otomatîkî ji agirbestê ber bi şer ve çêbibe, lê belê ew dema ji bo lihevhatiê dê biqede.

Di medyaya Siûdî de, rojnameya "El Riyad" daxwazên Amerîkî yên derbarê Îranê de, nirxand. Ev yek aliyekî aborî û yasayî li krîzê zêde dike û nîşan dide ku her çareseriyek siberojê dibe ku bi pirsgirêkên navokî an ewlehiyê ve sînordar nebe.

XEZA: NAKOKÎ ÊDÎ NE TENÊ LI SER BIDAWÎKIRINA ŞER E

Di derbarê rewşa Xezeyê de, El-Arabiya ragihand ku Hamas, bi rêya "Konseya Aştiyê", daxwaz dike ku Îsraîl pabendbûnên xwe yên têkildarî plana Xezayê bicîh bîne, di heman demê de rola navbeynkaran û hewldanên ji bo domandina pêvajoya siyasî jî destnîşan dike.

Rojnameya El Şerq El Ewsat helwesta Îsraîlê xist navenda krîzê û destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hîn jî hin xalên plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Xezayê red dike. Rojnameyê diyar kir ku serkeftina plana Amerîkayê hîn jî girêdayî wê yekê ye ka Washington dikar nakokiya bi hikûmeta Îsraîlê re birêve bibe.

SÛRIYE: EWLEHÎ, ÇEK Û ŞOPANDINA MÎRATA REJÎMA BERÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser mijara girtiyên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin û rewşa wan a niha. Rojnameyê destnîşan kir ku ev mijar piştî serdana Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê bo Bexdayê ji nû ve derketiye holê.

Rojnameya El Erebî El Cedîd mijarek cûda lê girîng di qonaxa veguhêz a Sûriyeyê şîrove kir, ew jê belavbûna çekan li derveyî kontrola dewletê.

Rojnameyê hebûna berfireh a çekan wekî mîrateyek giran a salên şer nîşan da û wê wekî "rewşeke neyînî" bi nav kir ku bi leşkerîkirina şoreşê û hilweşîna saziyên dewletê ve girêdayî ye.

Lê nêrînek berevajî jî heye ku diyardeya çekên bêkontrol kêm bûye û rêyek heye ku wan têxe di bin kontrola dewletê de.

(k)

ANHA