Hêzên Îsraîlê bi ser gundekî rojavayê Derayê girt û 4 ciwan girtin

Hêzên Îsraîlê bi ser gundê Abidîn yê gundewarê rojavayê Derayê de girt û 4 ciwan ku di nava wan de 3 biran e girtin.

Hêzên Îsraîlê bi ser gundekî rojavayê Derayê girt û 4 ciwan girtin
17 tebax, 2026   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku îro berbanga sibehê, karwanekî girêdayî artêşa Îsraîlê ku ji 10 wesayetan û hejmarek mezin leşkeran pêk dihat, tevî balafirekê û balafirên bê mirov bi ser gundê Abidîn yê herêma Hwd El Yermûk a gundewarê rojavayê Derayayê de girt. 

Li gorî çavkaniyan hêza Îsraîlê derbasî gund bû û gihîşte qada El Camia, bi ser hejmarek xaniyan girt û 4 ciwan ku di nav wan de 3 birayê hev in girtin. Di dema ku ew hêz derbasî gund bû gule barandin, piştre jî ji herêmê vekişiyan.

(sb)