Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê hat hilbijartin

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Efrîn û Şehbayê di konferansa xwe ya 3ˊyemîn de mecliseke ji 31 endaman hilbijart.

23 ÇILE, 2024   17:13
ŞEHBA

Di çarçoveya rêzekonferansên Partiya Sûriyeya Pêşerojê yên li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin de, îro konferansa 3ˊyemîn a partiyê li kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî" li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasê hat lidarxistin. Di konferansê de endamên deste û meclisên partiyê, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Serokê partiyê li kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Beyrem axivî û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker îradeya me têk nabin û îsrara me ya berxwedanê xurtir dikin."

Beyrem diyar kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê pêwîst e Sûriyeyî be.

Piştre ji bo rêvebirina konferansê dîwanek hat hilbijartin û perspektîfên siyasî û raporên salê û ya rêxistinî yên partiyê ji aliyê dîwanê ve hatin xwendin.

Di dawiya konferansê de Mihemed Beyrem wek serokê partiyê şaxê kantona Efrîn û Şehbayê, Dîcle Şêxo wek cîgira wî û meclisek ji 31 endaman hatin hilbijartin.

(mh)

ANHA