Kurdistaniyên li Êrîvanê Zelal Zagros bi bîr anî

Kurdistaniyan li paytexta Ermenistan Êrîvanê Zelal Zagros bi bîr anîn, berxwedana gerîla silav kirin û peyama, "Em ê têkoşîna şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin" da.

Kurdistaniyên li Êrîvanê Zelal Zagros bi bîr anî
23 ÇILE, 2024   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şoreşger û çalakger Firyal Silêman (Zelal Zagros) ku di 18ˊê Çileyê de li Kerkûkê hat qetilkirin, li Mala Gel a Êrîvanê hat bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Yekitiya Jinên Azad ve hat organîzekirin û li ser navê Yekitiya Jinên Azad Çîçek Rizgar, Jineka Kadîr, Şîrîn Kalaşiyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Parlamenter Kinyas Hesenov axivîn.

Axaftvanan gotin Zelal Zagros demeke dirêj bi cesaret û biryardariyeke mezin ji bo rêxistinbûna gelê Ermenistanê têkoşiya.

Axaftvanan destnîşan kir ku Zelal Zagros a ku di têkoşîna azadiya jinê de xwedî helwesteke bi israr bû, ji aliyê gel û jinan ve gelekî hat hezkirin û ev tişt hate gotin: “Em ê heta dawiyê di şexsê Zelal de têkoşîna hemû şehîdên şoreşê û Rêber Apo bidomînin."

Axaftvanan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û gotin, "Dewleta Tirk a faşîst, dijminê jinên şoreşger û leheng e. ji ber vê wan hedef digire û şehîd dike."

Di çalakiya ku berxwedana gerîlayan hat silavkirin de wiha hat gotin: “Dewleta faşîst a li hemberî têkçûna ku ji gerîla xwariye, li bajaran bi hedefgirtina şoreşger, aktîvîstan û li Rojava bi bomberdûmana cihên sivîlan hewl dide têkçûna xwe veşêre."