Meclisa Rêveber a Reqayê civîna salê li dar xist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê di civîna xwe ya salane de teqezî li ser pêşxistina xizmetugzariyên giştî, tenduristî, perwerdehî, aborî, ewleh û enerjiyê, kir.

20 sibat, 2025   17:57
REQA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê bi beşdariya hevserokên meclisê, endamên nivîsgehan û desteyên girêdayî wê civîna xwe ya salane organîze kir.

Civîn li avahiya Meclisa Rêveber a Reqayê hat lidarxistin. Di civînê de, şêwirmenda Meclisa Rêveber Zelal Ceger rewşa siyasî li giştî Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê şîrove kir.

Zelal diyar kir ku hêzên mezin bi çarenûsa Rojhilata Navîn, bi taybet bi Sûriyeyê kontrol dikin û got Rêveberiya Xweser ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re vekirî ye û pêwîst e Rêveberiya Xweser beşdarî pêvajoya siyasî be.

Dûre xebatên her desteyekê di 2024’an de pêk anîne hatin xwendin, astengiyên li pêşberî komîte û desteyên girêdayî meclisê hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de behsa astengiyan, zêdekirina parên mazotê ji şêniyan re, zêdekirina navnedên tenduristiyê, zêdekirina budceya giştî ya meclis û yekitiya şaredariyan re û sererastkirina dibistanan…hwd. Hatin kirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû û ji hêla hevseroka meclisê Hêvîn Îsmaîl ve hat xwendin û wiha ne:

Pejirandina bernameya amarê, bernameya databasê û aktîvkirina bernameyên berhevkirina elektronîk.

Aktîvkirina nivîsgehên yasayê û aktîvkirina raya yasayî di çarçoveya xebatê de.

Aktîvkirina gerînendetiya pempo ya Desteya Çandinî û Avdanê, li gorî biryarnameya ji Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye.

Piştgiriya beşa enerjî û telafîkirina xerabbûnên dubare û balkişandina ser projeya jimartokên elektronîk.

Aktîvkirina komîn û meclisan bi awayekî pratîkî û bilindkriina asta pisporiya kadroyên rêveberî bi rêya perwdeyên li ser aliyên fikrî û meslekî.

Lidarxistina civînên girseyî ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û xizmetguzarî ji hêla rêveberên saziyan ve.

Başkirina xizmetguzariyên giştî ji aliyên tenduristî, perwerdehî, aborî û ewlehî ve digel piştgiriya beşa ciwan û jinan.

Dagirtina valahiyên rêveberî di deste û nivîsgehan de ji bo misogeriya berdewamkirina xebatê.

(fr)

ANHA