‛Kesên îro li Şamê civîne li qezencên takakesî digerin’

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê diyar kir ku kesên îro li Şamê civîne ku beşdarî "Kongreya diyaloga nîştimanî" ya Sûriyeyî bibin nûnertiya tu pêkhateyên Hesekê nakin, tenê ew li qezencên takakesî digerin û xizmetî ajandeyên şêniyên herêmê nakin.

‛Kesên îro li Şamê civîne li qezencên takakesî digerin’
20 sibat, 2025   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê der barê qaşo "civîna şêwirê" ya şêniyên Hesekê de ku îro li paytexta Şamê hatiye lidarxistin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi vexwendina qaşo komîteya diyaloga nîştimanî îro, 20’ê Sibata 2025’an li Şamê civîna şêwirê ya xelkê Hesekê hat lidarxistin. Komîteyê hin kesên ji xelkê Hesekê vexwendin ku ew nûnertiya tu partiyên siyasî yên Kurdî yan Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), an Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nakin.

Qaşo komîteya amadekar a diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyî ya bi serkêşiya Hesen El Dixêm ku di daxuyaniya xwe de teqez kir ku partiyên siyasî û nûnerên neteweyan, partiyên tevgera nîştimanî ya Kurdî, QSD’ê, MSD’ê û Rêveberiya Xweser venexwendiye diyalogê. Bi wê re ev komîte ji rastiya xwe derketiye. Her wiha bi vê karê tevlihev ê ku xwe naspêre tu rastiyên li ser erdê tu berjewendiyên neteweyî pêk nayên, ji wê zêdetir wê rewş aloztir bibe û rewşa bêîstîqrarî û bêewlehî li tevahî Sûriyeyê kûrtir bibe.

Kesên îro li Şamê civîne ku beşdarî "Kongreya diyaloga nîştimanî" ya Sûriyeyî bibin nûnertiya tu pêkhateyên Hesekê nakin, tenê ew li qezencên takakesî digerin û xizmetî ajandeyên şêniyên herêmê nakin. Ew du alîgirên rejîma Baas’ê ya berê bûn û niha jî dixwazin li pêleke nû siwar bibin û tev li rewşa nû bibin.

Nûnerên rastîn ên şêniyên Hesekê hêzên wê yên siyasî, civakî, rewşenbîrên wê, kesayetên nîştimanî û civakî ne. Divê cihê lidarxistina civînê jî li Hesekê be ku parçeyek ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parçeyek ji Rojavayê Kurdistanê ye."