Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn

Di sempozyûma ku bi dirûşma “Dekolonîzekirina zanîn û zanistê, şikandina tecrîdê û hunandina piştgiriyê bi zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava re” tê lidarxistin de, beşdaran destnîşan kir ku astengiya herî mezin li pêşiya piştgirîdayîna zanîngehên li herêmê êriş û destwerdanên dewleta Tirk in. Wê sempozyûm bi encamnameyekê

Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn
Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn
Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn
Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn
Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn
Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn
Êriş û destwerdanên dewleta Tirk mijarên sempozyûma zanîngehan bûn
20 sibat, 2025   17:21
QAMIŞLO

 Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nava xwe de (Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El Şerq) dihewîne û Navenda Piştgiriyê ji bo Zanîngehên Alternatîf (The Center For Solidarity with Alternative Universities (CSUA)) bi dirûşma “Dekolonîzekirina zanîn û zanistê, şikandina tecrîdê û hunandina piştgiriyê bi zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava re” sempozyûmek orgenîze kir.

Sempozyûm di çarçoveya bîranîna xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Elî ya ku di 15`ê Çileya (2025) li Bendava Tirşîranê de, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû û di 22`ê heman mehê de şehîd bû, hatiye birêxsitinkirin.

Sempozyûm li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser, xwendekar û mamosteyên her sê zanîngehên li herêmê, rewşenbîr, nivîskar, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên çand û hunerê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat lidarxistin, li kêlek wê jî bi awayeke online akademisyen û mamosteyên derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Li ser navê Komîteya Amadekar a Semopozyûmê Mexted Ekso (Mechtild Exo) axaftina destpêkê kir û Berxwedana Bendava Tişrînê silav kir û xwendekarên birîndar û şehîd bi bîr anîn. Ekso diyar kir ku zanîngeh ji bo hilberandina zanîn û agahiyan e, ew pêşengtiya guhertinên di nava civakê de dike û ji bo bilindkirina asta piştgiriyê ji zanîngehan re ev sempozyum birêxistinkirin. Ekso got: "Ew hewl didin ku zanîngehên li herêmê bidin naskirin. Ev zanîngeh di pêvajoya demokratîkkirinê de beşdar in. Tevî rewşa êriş û koçberiyê jî, ji bo avakirina civakeke azad, xwendekar xwendina xwe didomînin."

‛DEWLETA TIRK BI ÊRIŞ Û DESTWERDANAN RÊ LI BER DAYÎNA PIŞTGIRIYA ZANÎNGEHAN DIGIRE’

Girêdayî mijarê berpirsyarê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mustefa Elemholo sîstema qada perwerdê şîrove kir û da zanîn ku piştî aloziya li Sûriyeyê li herêmê dibistan û zanîngeh hatin avakirin, niha zêdetirî 800 hezar xwendekar dixwînin.

Mustefa Elemholo da zanîn ku destpêkê Zanîngeha Efrîn di sala 2015`an de hat avakirin û Efrîn niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, 2016`an Zanîngeha Rojava ya herî mezin li herêmê ye hatiye vekirin, 2021`an li Kobanê û 2017`an Zanîngeha El Şerq li Reqayê ku berê paytexta DAIŞ`ê bû hatine avakirin. Di zanîngehan de meclisa xwenekdaran û meclisa jin heye. Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, xebatê birêxsitin zanîngehan dike û hemû zanîngeh cihê xwe tê de digirin. Li Zanîngeha Rojava beşa mastr û enstîtu jî heye. Li her sê zanîngehan 2 hezar û 160 xwendekar hene, 231 mamoste jî cihê xwe di zanîngehan digirin.

Mustefa wiha domand: "Em dixwazin gelek hevpeymanan bi zanîngehên derve re çêbikin, lê pirsgirêkên çûn û hatina xwendekaran derdikevin. Şantajên dewleta Tirk jî yek ji sedemên sereke ye ku rê li ber çêkirina hevpeymanan digire. Destwerdan têkiliyên me bi derve re asteng dike. Lê em hewl didin ku van şantajan vala derxin û em li hemberî wê bi ser dikevin.”

Mustefa Elemholo rojnamevan Cîhan Bilgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj, her wiha xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Elî yên ku li Bendava Tişrînê ji aliyê balafirên dewleta Trik a dagirker ve şehîd bûne bi bîr anîn.

BEŞÊ ENSTÎTUYA ZANISTÊN CIVAKÎ

Piştre Hevseroka Enstîtuya Zanistên Civakî û Mirovahî ya Zanîngeha Rojava Jiyan Silo xebata enstîtuyê vegot û da zanîn ku enstîtu di navbera sala 2020-2021’ê de ji bo pêşxistina lêkolînên zanistî, belavkirina hişmendiya akademîk, belavkirina çand û zansiteke bi kûrahî bide lêkolînkirin hatiye vekirin. Jiyan wiha got: "Bernameyên master bi sîstema koman der barê beşa şûnwarên kevin û beşa zimanên kevnar de tê meşandin. Rêbazê perwerdehiyê bi rêya online ve bi rê ve diçe û ji sedî 95 mamosteyên wê ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Em niha li ser projeya doktora û destpêkirina kovareke akademîk kar dikin.”

FAKULTEYA ZANISTÊN CIVAKÎ

Hevseroka Fakulteya Zanistên Civakî Xelat Xelîl xebatên fakulteyê şîrove kirin û got: "Fakulte di nava xwe de gelek beşan dihewîne, li ser bingeha perwerdekkirina xwendekaran li ser  hişmendiya dijî mêtingeriyê bi rê ve diçe . Di fakulteyê de 234 xwendekar dixwînin. Beşa Jineolojî jî cihê xwe di nava fakulteyê de digire, ew zanista civak, jin û hevjiyana azad e. Têgîna Jineolojî sala 2008‛an ji hêla Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêşinyarkirin. Di 2017`an de beşa wê li zanîngeha Rojava hatiye vekirin. Heta niha 6 komên xwendekaran ji beşa Jineolojî derçûne."

ENSTÎTUYA ZANIST Û TEKNOLOJÎ

Hevserokê Enstîtuya Zanist û Teknolojî ya Beşa Masterê li Zanîngeha Rojava Heyder Seyfî destnîşan kir ku ev beş li deverên ku rewş lê yasayî jî be astengiyên wê hene, lewma li herêma wan rewş xerabtir e, dorpêç heye û gelek made qedexe ne ku derbasî herêmê bibin. Seyfî got: "Zanistên xwesazyî û teknîkî bi xwe jî di destê desthildaran de ye, hewldanên me hene ku rewşa heyî baştir bikin. Di mastrê de 9 beşên wan hene û 55 xwendekarên ji her sê zanîngehan cihê xwe tê de digirin."

LI HERÊMÊ HILBERANDINA ZANÎNÊ

Akademisyen û Lêkolîner Luqman Guldivê jî projeya xwe ya der barê `zanista Kurdî, huner, wêje û axaftinê` de pêşkêş kir û axiv: "Bi avakirina zanîngehan li herêmê, ji nû ve li herêmê zanist tê zindîkirin. Xwebûn hebûn e, xwebûn têkiliya di navber mirovan de ye. Ev têkilî dihêle ku mirov bikeve ferqê û nasnameya xwe bibîne. Lewma bi têkiliyan piştgirî tê dayîn. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê civak li têkiliyên azad digere, sîstema serdest qebûl nake."

Guldivê da zanîn ku ziman dihêle ku di asta mejî de civak û mirovahî pêş bikevin, ew xwezayî ye lê bingeha wê ya bîrdozî jî heye. Ji bo ku cihê pêwîst bê dagirtin pêwîstî bi destpêkirina projeyên piştgiriyê heye.

Luqman Guldivê bal kişand ser astengiyên ku rê li ber piştgiriya bo zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin de û diyar kir ku astengiya herî mezin êrişên dewleta Tirk a dagirker û aliyên ku piştgiriya wê dikin e, ew êriş bi awayeke yekser bandorê li xwendekar û malbatên wan dikin û wiha got: “Gelek xwendekarên me ji malên xwe bi darê zorê hatin koçberkirin û xebat, kar û lêkolînên wan hatin rawestandin, binesaziyên perwedeyê jî tê hedefgirtin.”

ZIMANÊ KURDÎ DI ZANINGEHAN DE

Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêje ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasiro jî der barê zimanê Kurdî de di meteryalên her sê Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û bi bîr xist ku berê di dema rêjîma Bass`ê li Sûriyeyê de zimanê Kurdî dihat qedexekirin, gelê Kurd bi dizî fêrî zimanê xwe yê dayikê dibûn û got: "Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re cara yekemîn bi awayeke serbest perwerdeyên ziman hatin dayîn û meteryalên bi zimanê Kurdî hatin amadekirin û girîngiya fêrbûna bi zimanê dayikê hat dayîn."

Nasiro da zanîn ku ji ber nebûna kadroyên pispor ên zimanê Kurdî, destpêkê dayîna zimanê Kurdî di zanîngehan de lawaz bû, piştî ku perwede hatin dayîn û navendên çavkaniyan hatin vekirin rewşa baştir bûye û wiha domand: “Niha xebatên ku meteryalên bi Kurdî jî bên dayîn tê kirin, komîte hatine avakirin. Ew komîte li ser têgînên her madeyekê xebatê bi rêya dezgehên peywendîdar re dide meşandin."

Sempozyûm bi awayeke oline didome. Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a sempozyûmê, wê piştî bidawîkirinê encamnameya nîqaşan bê belavkirin.

(ekîb/fr)

ANHA