Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê tu desthilateke defakto qebûl nake

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê derbaskirina endamên hêzên desthilata Şamê li Siwêdayê ji hêla hin koman ve şermezar kir û got meclis li ser helwesta xwe ye ku desthilata defakto ya li Şamê red dike û got desthilata niha ya li Şamê nûnertiya tevahî gelê Sûriyeyê nake û ne pêkan e di bin çi hincetî de weke desthilateke defakto were qebûlkirin.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê tu desthilateke defakto qebûl nake
5 adar, 2025   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayî bi daxuyaniyekê derbaskirina hin hêzên "desthilata defakto ya li Şamê" li Siwêdayê bêyî hevkariya bi Meclisa Leşkerî yan jî bi civaka navxwe yan jî bi desteyên olî re, şermezar kir.

Di daxuyaniya meclisê de hat gotin ku îro sibehê hin koman alîkarî da Heyet Tehrîr El Şamê û hewl da wê derbasî Siwêdayê bikin û tu hevkariyek bi Meclisa Leşkerî, yan civaka naxwe yan jî bi desteyên olî re nehatine kirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev kiryar şermezar kirin û diyar kir ku ew li ser li ser helwesta xwe ye ku desthilata defakto ya li Şamê red dike. Her wiha got desthilata heyî ya li Şamê nûnertiya tevahî gelê Sûriyeyê nake û ne pêkan e di bin çi hincetî de weke desthilateke defakto were qebûlkirin.

Meclisê hişyarî da her kesê hewl bide desthilata defaktor li ser xak û xelkê Siwêdayî ferz bike û anî ziman ku wê ev tevger bi xwe re karesatên mezin bînin û gefan li ewlehiya welatiyan bîne.

Di dawiyê de meclisê de got wê bersivên tund bide van kiryarên bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrara li herêmê.

(fr)