Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Em amade ne hemû êrişan têk bibin

Meclisa Leşkerî ya Kobanê di salvegera êrişa mezin a DAIŞ'ê ya li dijî bajarê Kobanê de ku di 2014ʹan de pêk hatibû, destnîşan kir ku ew amade ne hemû êrişên li dijî herêmê têk bibin.

Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Em amade ne hemû êrişan têk bibin
Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Em amade ne hemû êrişan têk bibin
Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Em amade ne hemû êrişan têk bibin
Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Em amade ne hemû êrişan têk bibin
15 îlon 2024   19:20
KOBANÊ

Fermandar û endamên Meclisa Leşkerî ya Kobanê, berpirsên nivîsgeh û fûcan, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, endamên fermandariya giştî Sozdar Dêrik û Çiya Kobanê di civîneke berfireh de beşdar bûn. Di civînê de Meclisa Leşkerî ya Kobanê teqez kir ku ew amade ne herêmê û gelê wê bi tevahî biparêzin.

Di civînê de meclisê rapora operasyonên leşkerî yên dema borî xwend û piştgiriya gel ji hêzên leşkerî re silav kir.

Meclisê ji fermandariya giştî re rewşa herêmê aşkera kir û anî ziman ku pêwistî bi pêşxistina saziyên xizmetguzarî, peydakirina pêdiviyên şêniyan û derfetên kar ji ciwanan re, heye.

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî amadekariyên meclisa leşkerî û parastina wê ji herêmê re silav kir û diyar kir ku girîng e eniya hundirîn were xurtkirin û kêmasiyên di hemû qadan de werin dagirtin.

Her wiha Ebdî diyar kir ku hêz amade ne bi tevahî aliyan re di nav de dewleta Tirk diyalogê bikin da ku xwe bigihîn çareseriyên siyasî, pirsgirêk û dozên heyî çareser bikin. Ebdî di heman demê de got li hember tevahî êriş, destwerdanên leşkerî û ewlehî bersivên guncaw bidin, di perwerdekirina şervanan de û dabînkirina piştgiriyê ji meclisa leşkerî û hêzên wê re dewam bikin.

(mh)