Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin

Şervanê QSD`ê şehîd Bîlal El Nêfo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hate oxirkirin. Malbat û hevalên şehîd ji bo şopandina rêya wî soza têkoşînê dan.

Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
Şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo hate oxirkirin
15 îlon, 2024   19:17
QAMISLO

Şêniyên bajarê Qamişlo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şehîd Bîlal El Nêfo yê ku di encama êrişa çeteyên hikumeta Şamê li Dêrazorê birîndar bûbû û duh (14`ê Îlonê) ji ber birîna xwe şehîd bû de, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

Şehîd Bîlal El Nêfo ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve anku ji sala 2012`an di nava qada leşkerî de cih girtiye, herî dawî di nava refên QSD`ê de erk girtiye.

Dost, heval û malbata şehîd, endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongra Star beşdarî merasîmê bûn. Hevalên Şehîd Bîlal El Nêfo ew hildan ser milan û bi berzkirina slogana `Şehîd Namirin` derbasî pakrewangehê kirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Fatme El Casim sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd Bîlal El Nêfo heta roja dawiyê bi welatê xwe re sozdar bû û di çeperên şer de xaka xwe diparast û wiha got: “Divê bi hevgirtin û hevkariya xwe rê li ber hewldanên derxistina fitneyê di nava gelan li herêmê de bigirin.”

Ji Farmandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo Nezîr Sofî jî axivî û destnîşan kir ku hêzên leşkerî ji bo parastina destkeftiyên gelan têkoşîna xwe didomînin û wiha pê de çû: “Lehengên me di nava têkoşînê de ne. Em soz didin dayikên şehîdan em ê li ser şopa hevalên xwe yê şehîd bimînin.”

Li ser navê malbata şehîd, pismam wî Xesan El Nêfo beşdarên merasîmê silav kir û da zanîn ku ew ê her şopdarên rêya şehîdê xwe bin.

Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Bi rakirina wêne û wesîqeya şehadetê, şehîd Bîlal El Nêfo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hate oxirkirin.

(sb)

ANHA