Çeteyan gundê Kaxirê dorpêç kiriye û internet qut kiriye-HAT NÛKIRIN

Ji bo ku komkujiya xwe ya li dijî welatiyan veşêrin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî dorpêçe kiriye û internet li ser gundê qut kiriye.

Çeteyan gundê Kaxirê dorpêç kiriye û internet qut kiriye-HAT NÛKIRIN
15 îlon 2024   19:42
HELEB
MIHEMED EBDO

Çeteyên ʹEmşatʹ ên dewleta Tirk a dagirker, piştî li welatiyên gundê Kaxirê yê Mabeta yê Efrîna dagirkirî da û sûc pêk anîn,  gund xistiye çemberê û internet qut kiriye.

Çavkaniyên xwecih ji ajansa me re diyar kir ku di saetên vê êvarê de hin jinên gundê Kaxirê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên revandin, dizîn û ferzkirina pereyan xwepêşandanek li dar xist û banga serbestberdana revandiyan kir.

Heman çavkaniyan teqez kir ku çeteyan li dijî xwepêşandana jinan derket, li jinan da û gule avêtin wan. Di encamê de 20 kes birîndar bûn. Ji wan birîndaran navên 8 kesan hat zanîn.

Serdegirtina malên xelkê gundê Kaxirê ji siysetên qirkirinê yên li dijî şêniyên mayî ye.

(fr)