Meclisa Jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan komkujiyên li Helebê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan ên Kantona Firatê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîne şermezar kirin.

Meclisa Jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan komkujiyên li Helebê şermezar kirin
12 ÇILE, 2026   13:30
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan ên kantona Firatê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê  yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên her du meclisan, li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê endama Meclisa Jinan Hîba Mamo ve hat xwendin.

 Di daxuyaniyê de hate gotin "Çeteyên girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta demkî di 6’ê Çileya 2026’an êrişên berfireh li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîn. Êriş bi armanca pêkanîna berjewendiyên herêmî û navneteweyî, di serî de dewleta Tirk a dagirker û destên qirêj ên ku rasterast bi rêya saziyên xwe yên ewlehiyê û îstîxbartê hatin kirin.

Êriş 6 rojan bênavber dewam kirin. Di van êrişan de çekên giran û dron hatin bikarnaîn. Bi çekên ferdî û di şerekî ne adilne û ne hevseng û dûrî pîvanên exlaqî, mirovî û qanûnî bersiva wan hatin dayîn. Armanc ji van êrişan qirkirina pêkhateyê Kurd bû ku pêkhateyeke resen ê Sûriyeyê ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku van taxan ne serketina çeteyan e, lê belê rûreşiyek li eniya mirovahiyê ye. Hate gotin "Berxwedana Şêxmeqsûdê bi ser ket, mirovahiya civaka navneteweyî li pêşberî pêkhateyê ku bi hezaran şehîd di rêya xilaskirina cîhanê ji terorê de dane, bi bin ket."

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin û hate gotin "Ewldanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zulm red kirin. Li hemberî terorê biryara berxwedanê dan. Giyanê xwe fedaî xaka xwe kirin. Ew in zarokên rojê ne, zarokên Kawayê Hesinkar û Şêx Seîd in. Serî ji dijmin re netewandi, desteên lehengî û fedayetiyê nivîsandin. Pêxemberên mirovahiyê ne, ji Ziyad, Dilbirîn, Deniz û Viyan û şehîdên din berxwedan jiyan e."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hedefkirina rasterast, zor û koçberkirina xwediyê erdê dûrxistina pêkhateyên gelê Sûriyeyê û dubarekirina rejîmê di bin abaya cîhadîstên tundraw de ye.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û êrişên li ser Kurdan, lîstina bi cenazeyan hatin şermrezarkirin. Hate gotin ev sûc li dijî qanûnên navneteweyî ne û sûcên şer in.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî hat şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe yên belgekirina binpêkirinên li her du taxan hatine kirin, pêk bînin, komîteyeke serbixwe ya lêkolînkirinê pêk bînin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

(b)