Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê tecrîd şermezar kir

Meclisa Komabûna Jinan a Zenûbiya domandina tecrîdê û dirêjkirina ‘Cezayên dîsplînê’ yên li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meclisa Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê tecrîd şermezar kir
23 tîrmeh, 2024   17:43
DÊRAZOR

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan, li pêş navenda kombûnê ya li Dêrazorê kom bûn û têkildarî biryara dirêjkirina ˊCezayên dîsplînêˊ heta 3 meh din li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. 

Endama meclisê Lîna El Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de berdewama tecrîda mutleq li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya peywendiya wî bi derve re û hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re ji hêla desthilatên Tirkiyeyê ve hatin şermezar kirin.

Kombûnê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan li cîhanê tevahî tune ye û di tu destûr û qanûnekê de tune ye. Ew tenê xwe dispêre metodeke dijminane.

Di dawiyê de pergala îşkence, tecrîd û cezayên dîsplînê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û hate gotin dê tevger û rêxistinên jinan têkoşîna xwe ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.

(mh/fr)