Ji Însiystîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniya şermezarkirina cezayên dîsplînê
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ˊcezayên dîsplînêˊ yên din li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî û ewropî yên mafên mirovan kir ku erkên xwe yên bidawîkirina binpêkirinên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê der barê ˊcezayên dîsplînêˊ yên nû de ku li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine ferzkirin daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de bal li ser sûcên dermirovî û derqanûnî yên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne hat kişandin. Dewleta Tirk cezayên dîsplînê yên nû bi dema 3 mehan li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kirine. Ew kiryar jî dikevin xana kiryarên dermirovî yên li dijî gelê Kurd. Armanca wê yekê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tolê ji Kurdan re rake.
Di berdewama daxuyaniyê de bang li rêxistin, deste, komîte û meclisên navneteweyî û yên Ewropayê yên mafên mirovan hat kirin ku ji bo parastina mafên Rêber Abdullah Ocalan xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û sûcên dermirovî û derqanûnî yên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Da ku edaleta mirovî bi rêya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û dostên Kurdan hat kirin ku pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azad, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" heta pêkanîna armanca wê, bidomînin.
(mh)