Navenda Belgekirinê: 300 çeteyên DAIŞ li Duhokê hatine bicihkirin

Di rapora Navenda Belgekirinê de hatiye gotin 300 çeteyên DAIŞ`ê li Başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin.

Navenda Belgekirinê: 300 çeteyên DAIŞ li Duhokê hatine bicihkirin
23 tîrmeh, 2024   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rapora xwe ya îro belavkirî  de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran çeteyên ji Sûriyeyê veguhestine Başûrê Kurdistanê.

Navendê li gorî çavkaniyan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên sûriyeyî ku li herêmên dagirkerî kom kirine li beramberî pere, ew bi çek kirine û rêkirine Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker feqîrtî û bêkariya li van herêman belav bûye ji bo xwe dide bikaranîn.

Li gorî agahiyan ew çete li xaka Sûriyeyê di kampên leşkerî de têne perwerdekirin, wan bi çek dikin û vediguhezin Başûrê Kurdistanê.

Her wiha navendê di rapora xwe de gotiye ku ew çeteyên ji bo Başûrê Kurdistanê hatine veguhestin piranî ji komên Hemzat û komên Silêman Şah in. Tê zanîn ku her du kom jî ji aliyê Amerîka ve hatine cezakirin.

Têkildarî hejmara çeteyan jî navendê anî ziman ku zêdetirî 300 çeteyên DAIŞ`ê li herêma Berwarî Bala ya perestgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê li biryargehên leşkerî yên Tirkiyê hatine bicihkirin.

(fr)

ANHA