Meclisa Jinan a PYD’ê di panelekê de mafên jinan û destûra Sûriyeyê nîqaş kirin

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk li Qamişloyê panelek bi dirûşma `Sûriye tê guhertin: Mafên jinan di berevanî û destûrê de cihê xwe digire` li dar xist.

25 hezîran, 2026   16:08
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Parka Azadî ya Qamişloyê panelek li dar xist. Siyasetmedar, parêzer, rewşenbîr û nûnerên saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li panelê bûn. 

Piştî rêzgirtinê hevseroka Ofîsa Têkiliyan a PYD`ê Sema Bekdaş axaftina vekirina panelê kir û got di şoreşa Rojava de jin bûn xwedî roleke girîng. Her wiha anî ziman ku divê jin li hemberî zayendperestiyê têbikoşin û parastina projeya Sûriyeya demokratîk bikin. Bang li jinên Sûriyeyê kir ku bi mafên xwe ve girêdayî bin û di vê pêvajoya hesas de rolê wan çalak be.

Di panelê de du mijar hatin nirxandin. Di mijara yekemîn de rola YPJ`ê û siberoja wê nîqaşkirin. Berdevka YPJ`ê Roksen Mihemed axivî û got jinên Rojava bi salan ji bo azadî û wekheviyê têkoşiyan û bûn xwediyê tecrûbeyên girîng. Bi salan hebûna jinê paşguh û înkar kirin. Lê jin li hemberî vê yekê têkişiyan, xwe bi rêxistin kirin, cihê xwe di hemû qadên şoreşê de girtin û bedelên mezin dan.

Roksen Mihemed anî ziman ku şervanên YPJ`ê parçeyekî bingehîn ê şoreşa Rojava bûn û wiha lê zêde kir: “Di hemû şert û mercan de têkoşiyan. Şervanên YPJ`ê ne tenê di qada leşkerî de cihê xwe girtiye di hemû qadên têkoşînê de hebûn û bi fedakarî berpirsyartî rakirine. Em ê deskeftiyên xwe biparêzin û divê jin cihê xwe di siberoja siyasî û destûrî ya Sûriyeyê de bigire. Divê hebûna YPJ`ê li Sûriyeyê were parastin.”

Di mijara duyemîn de jî hevseroka PYD`ê Perwîn Yûsiv axivî û got: “Di vê pêvajoyê de divê deskeftiyên jin di destûrê Sûriyeyê de werin misogerkirin. Garantiya wekheviya navbera jin û mêr û hemû pêkhateyên Sûriyeyê were dayîn. Her wiha pêwîste pirsgirêka jin bibe parçeyekî bingehîn ê guhertina siyasî û civakî li Sûriyeyê.”

Di panelê de jinan got divê li ser bingehê wekhevî û edaletê garantiya nûnertiya jin di saziyên siyasî, leşkerî û qanûnî were dayîn. Di qanûn û destûr de cûdahî nexin navbera jin û mêr de, sîstema Hevserokatiyê bidome û qanûnên parastina mafên jinan derbixin.

Di dawiyê de encamnameya panelê ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Hûriya Şemdîn ve hat xwendin. Encamname wiha ye:

“1- Deskeftiyên jinan di hemû şert û mercên siyasî û qanûnî de werin parastin.

2- Hebûna YPJ`ê wek hêzeke parastinê ya rêxistinkirî bidome.

3- Li ser bingeha wekheviyê jin tev li hemû pêvajoyên siyasî û veguhêz ên Sûriyeyê bibin.

4- Di destûra Sûriyeyê de mîsogerkirina mafên jinan.

5- Têkiliya rêxistin, partî û tevgerên jinan ên Sûriyeyê xurt bikin.

6- Redkirina zayendperestî û paşguhkirina jinan di jiyana siyasî û civakî de.

7- Avakirina Sûriyeya demokratîk û divê jin cihê xwe di navendên biryarê de bigirin.”

(np)

ANHA