Li Helebê pirsgirêka belavbûna çopê

Şêniyên bajarê Helebê ji ber pirsgirêka belavbûna çopê bi gazinc in û bang li aliyên têkildar kir ku vê pirsgirêkê bi lez çareser bikin

Li Helebê pirsgirêka belavbûna çopê
25 hezîran, 2026   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Pirsgirêka belavbûna çopê li Helebê zêde dibe. Şênî û çalakvanan rexneyan li şaredarî û meclisa bajar dikin û diyar dikin ku sedema vê lawaziya bersivdayîna çareserkirinê ye.

Ji dîmenên ji taxa Merdiyan a bajêr hatine kişandin ku taxa herî pêşketî ya li rojavayê Helebê ye, kombûna çopê ya ji hefteyekê nehatiye rakirin, diyar dibe.

Şêniyên taxê ji ber vê pirsgirêkê giliyên xwe anîn ziman û diyar kir ku çop bûye sedema belavbûna bêhna genî û mêşan. Metirsî hene ku bide sedema belavbûna nexweşiyan.

Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku vê pirsgirêkê bi lez çareser bikin.

(bb)