12 malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ji Kampa Roj derketin

12 malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji Endonezyayê ji Kampa Roj a li bajarê Dêrikê derketin.

12 malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ji Kampa Roj derketin
25 hezîran, 2026   16:09
QAMIŞLO

Rêveberiya Kampa Roj îro vegerandina 12 malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji Endonezyayê ber bi welatên wan ve, bi rêxistin kir. Malbatên DAIŞ‘ê ku piranî jin û zarok bûn, ji 33 kesan pêk tên.

Xebata vegerandina van malbatan piştî temamkirina belge û tedbîrên pêwîst ên veguhastinê, bi hemahengiya di navbera rêveberiya kampê û hikumeta Endonezyayê de bi rê ve çû.

(bb)