Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan: Tenê QSD dikare gelê Sûriyê biparêz e

Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî daxuyaniyên Ehmed Şeri yên der barê QSD’ê de da û got: “Tenê QSD`ê dikare tevayî gelê Sûriyeyê biparêz e. Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nabe bersiva parastina gelê Sûriyeyê”.

Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan: Tenê QSD dikare gelê Sûriyê biparêz e
Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan: Tenê QSD dikare gelê Sûriyê biparêz e
Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan: Tenê QSD dikare gelê Sûriyê biparêz e
Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan: Tenê QSD dikare gelê Sûriyê biparêz e
18 îlon, 2025   18:08
QAMIŞLO

Di 13’ê Îlonê de Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmet Şeri diyar kir ku “QSD nûnertiya gelê herêmê û gelê Kurd nake”. 

Li hemberî van daxuyaniyên Şeri, gelê herêmê bertekên tund nîşan dan.

Têkildarî mijarê Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bertek nîşanî van daxuyaniyên Şeri dan.

Daxuyanî li Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman daxuyanî bi zimanê Kurdî da.

Cewahir Osman got: “Em daxuyaniyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê şermezar dikin. Em ji Hikumeta Şamê û tevayî cîhanê re dibêjin, em weke malbatên şehîdan zarokên me nava QSD’ê ji bo parastina gel, civakê, axê û rûmetê şehîd bûn. QSD`ê nûnertiya me malbatên şehîdan dike. Nûnertiya tevayî pêkhateyên bi hev re di çeperan de şehîd bûne, dike. Heta vê kêliyê jî bi hevdu re parastina axê ji DAIŞ’ê û tevayî komplogeran dikin. Em ji hikumeta Şamê û herkesê dixwaze planên qirêj li ser herêmê me bikin, şermezar dikin. Di her malbateke herêmê, herî kêm kesek di nava QSD’ê de ye. QSD`ê rûmeta me ye. Heta dawî em ê piştgiriyê bikin. QSD`ê tenê dikare bibe bersiva parastina gelê Sûriyeyê. Em jî ji Şamê re dibêjin hûn nabin bersiv ji parastina gelê Sûriyeyê re”.

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.

(bî/şx)

ANHA