Meclisa Gelan ji bo wefata Dr. Fatih El Meşhed peyama sersaxiyê da

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser wefata hevserokê Meclisa Gelan a kantona Minbicê Dr. Fatih El Meşhed peyameke sersaxiyê da.

Meclisa Gelan ji bo wefata Dr. Fatih El Meşhed peyama sersaxiyê da
26 cotmeh, 2024   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî wefata hevserokê Meclisa Gelan a kantona Minbicê Dr. Fatih El Meşhed peyameke sersaxiyê da.

Di peyamê de ev hate gotin:

"Bi xemgîniyeke mezin, Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyêna wefata endamê meclisê û hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Minbicê Dr. Fatih El Meşhed bihîst.

Em sersaxiyê ji malbat, xizm û hezkiriyên wî re dixwazin.

El Meşhed îro piştî nîvro di encama krîza dil de, koça dawî kir"