Bi dijwarî Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî tên topbarankirin

 Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên xwe li dijî bajarê Eyn Îsa, gundewarên wê û gundewarên Girê Spî zêde dikin.

Bi dijwarî Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî tên topbarankirin
26 cotmeh, 2024   19:47
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran depoyên genim ên Eyn Îsa, kampa Eyn Îsa, gundên Seyda, Elîmat, Dewalîb, Şêx, Xalidiyê, Dibis, Hoşan , Cidêdê topbaran dikin.

Ji şeva çarşemê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî û bejahî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, di encama van êrişan de 17 welatî şehîd bûn û 63 jî birîndar bûn, her wiha bi dehan saziyên xizmetguzarî û binesaziyê ji xizmetê derketin.

(fr)

ANHA