Meclisa Gelan di hin qanûnan de guhartin kirin
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 105ˊan de hin guhartin di Qanûna Meclisên Desteyan û Qanûna Rêxistinan de kirin.
Meclisa Gelan a Demokratîk li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê bi beşdariya hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan rûniştinek li dar xist.
Rûniştin bi xwendina mijara rûniştina berê ya 104ˊan ji hêla cîgirê hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman ve hat destpêkirin.
Pêşniyara Meclisa Rêveber ji bo erkdarkirina Îmad El Keraf bo hevserokatiya Desteya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ziyad Rustem û Emel Xezîm bo hevserokatiya Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pejirandin.
Piştî dengdanê li ser daxwazên ji Meclisa Rêveber ve hatine kirin, erkdaran li pêş beşdaran sond xwar.
Dûre rûniştina 105ˊan dest pê kir. Qanûna 8ˊan a Meclisên Desteyan û Komîteyên Rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 2024ˊan hat nîqaşkirin. Her wiha navê Meclisên Desteyan Û Komîteyên Rêveber hat guhartin û bû ˊMeclisên Rehendên Neteweya Demokratîkˊ.
Dûre li ser qanûna rêxistinan hat nîqaşkirin, hin guhartin li ser hin madeyan hatin kirin. Ji wan guhartinan Desteya Kar û Barên Civakî ji Nivîsgeha Rêxistinan were cudakirin û bibe nivîsgeheke serbixwe, her wiha ruxsetên rêxistinan di madeya 2ˊyan a Qanûna Rêxistinan ji 6 mehan bû salek. Li kêlek wê jî hin guhartinên zimanî di madeya 10ˊan û 25ˊan a heman qanûnê de hatin kirin.
Çaverê bû, hin guhartin li ser Qanûna Guhartinên Cezayê bihatana kirin, lê ji komîteya pispor re hat rakirin.
Piştî guhartinên di madeyên Qanûna Rêxistinan û Qanûna Meclisên Desteyan û Komîteyên Rêveberiyê yên Rêveberiya Xweser de hatin bidawîkirin, qanûn hatin erêkirin.
(fr)
ANHA