Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin

Xelkê kantona Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.

Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê û tecrîd hatin şermezarkirin
19 tebax 2024   18:17
MINBIC

Xelkê bajarokên Heye û Yasitî yên rojhilatê kantona Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de rûspî û şêxên eşîran, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Saziyên Civaka Sivîl û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdar bûn.

Di meşê de alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên ˊDem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan eˊ hatin hildan.

Meş ji pêş avahiya Şaredariya Heye heta ber bi navenda tenduristiyê ya bajarok ve dest pê kir. Li wir hevserokê Meclisa Bajarokê Heye Îbrahîm El Şêx Hisên axivî û got: "Ji vê bajarokê berxwedêr, serkeftinê dest pê kir. Her wiha çirûska azadiyê ku piştre li herêmên me belav bû, dest pê kir."

Hisên wiha domand: "Em gelê ku dizanin azadî berdêla herî giran e."

Hisên diyar kir ku ji vî bajarokê berxwedêr silavan ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin ku di oxira azadiya gelên bindest de xwe feda kir.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê Hena Tilcibînî axivî û got: "Em jinên kantona Minbicê, tevahî êrişên ketober ên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li dijî herêmê pêk tînin ku fitneyê derxin, şermezar dikin."

Hena bang li rêxistinên mafên mirovî kir ku tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û rewşa wî ya tenduristî aşkera bikin.

Meş bi diruşmên ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ ûˊŞehîd namirinˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA